Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya niştimanî ya Sûriyê bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan, têkoşîn û destkeftên jinên Sûriyê li ser hemû astan, tevî şert û mercên dijwar ên rêjîma Esed li piraniya navçeyên Sûriyê, bilind nirxandin, herwiha beşdarbûna wan di şoreşa Sûriyê de û tevgera wan bi awayekî kartêker ji bo azadî, rûmet û demokrasiyê bi bîr anî.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku jina Sûrî hevkareke bingehîn e di avakirina Sûriya nû ya ku daxwazên Sûriyan pêk bîne de, herwiha piştgiriya xwe tîne ziman ji jinên Sûriyê re di rûbirûbûna kêşeyên ku rastî wan tên, da ku karibin bigihêjin armanc û mafên xwe yên rewa li hemû qadan, û tevaya astengiyên ku rê li ber beşdarbûna wû ya tam di avakirina Sûriyeya niha û ya paşerojê de digire derbas bikin.
Jinên Sûrî bi dilsozî û ked û erkên xwe li ser asta siyasî, mirovî û civakî gelek destkeft bi dest xistine. Û jin yek ji qurbaniyên terorîzma rêjîma Esed bûn, ji ber wê bi hezaran jin girtin û kuştin, û binpêkirinên hovane li dijî wan di şerê dijî gelê Sûriyê de pêk nîn, tevî vê yekê jî, wê jinên Sûriyê bimînin bingeha pergala civaka Sûriyê û pêkahata sereke di avakirina Sûriyeke azad de.
Bi vê helkeftê, Hevbendiya Niştimanî silav û pîrozbahiyan pêşkêşî jinên Sûriyê li her derê dike, û piştgiriya xwe û berdewamiya xebata xwe ji jinê re bi hevkarî ligel hêzên şoreşê li Sûriyê û derveyî Sûriyê tekez dike, ji bo derbaskirina astengiyên ku karîna jinên Sûriyê yên bikaranîna mafên wê sînordar dikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
08 adar 2024