Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Lidarxistina kongirê Biroksil bo piştgiriya penaber û derbiderên sûrî îsal di dema bêtara KOVID 19 de giringiyeke wê ya awarte heye, piştî derbasbûna 10 salan ji cenga rijêmê li ser gelê sûrî tevî tiştên di vê cengê de bi serê sûriyan hatine ji bobelat û binpêkirin û tawanan.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî cextiyê li ser pêwîstiya zêdekirina piştgiriya navdewletî ya ji bo sûriyê terxan bûye dike, û ku ew alîkarî li gor wefedarî û soz û peymanên wan dewletan li xwe girtine bin, û hîn zêdetir bikin, û gihştina alêkariyê bo kesên hewcedar misoger bike, li derve û li hundir, ta bighêje piştgiriya dewlet û civakên ku sûrî lê bûne mêvan û di rewşeke dijwar de dijîn.
Divê kongirên weha roleke mezin di nûkirina pabendiyên navdewletî bi veguhestina siyasî û avakirina hêza ku piştgiriya pirosesa siyasî bike bilîze, û li ser aliyê astengkar ferz bike ku pabendiyê bi yasaya navdewletî û biryarên Encûmena Ewlekariyê bike.
Fişarên navdewletî tên xwestin ji bo pirosesa siyasî birêbikeve û vegere rêya xwe, daku bidestxistina gelê sûrî ji mafên wî yên rewa di azadî û dadwerî û demoqrasiyê de misoger bibe, û derî li pêşiya vegera koçber û derbideran vebe, daku vegerin ser mal û zeviyên xwe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
30 adara 2021