Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi boneya lidarxistina rûniştina Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî, di 8 vê tebaxê de, derbarê çekên kîmawî, tekez kir ku qurbaniyên çekên kîmawî yên ku ji encama bombebarana hêzên rijêmê bi xeniqandinê şehîd bûne, hîna bendewarên pêkanîna dadweriyê û sizakirina tawanbarê cengê Beşar Esed in, li ser tawanên cengê yên ku bi hevkariya hevalbendên xwe dermafê wan pêk anîne.
Berdewamiya rizgarbûna rijêma Esed ji lêpirsîn û sizayan, piştî ku raporên bêalî berpisyariya wê di ber bisedan tawanên cengê de çesipandine, û Saziya Qedexekirina Çekên Kîmawî tekez kiriye ku rijêma Esed di ber tawanên bikaranîna çekên kîmawî de li deverên Seraqib, Elletamine û Dûmayê berpisyar e, têkçûneke mezin e ji mîkanîzma cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê tawanbarên cengê re.
Rapor tekez dikin ku rijêma Esed bi gaza jehrê 1510 kes li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di êrîşên li ser deverên curbecur de ji destpêka 2012an de kuştine, her wiha bihezaran welatî ji ber gaza jehrê rûbirûyî pirsgirêkên tenduristî yên demdirêj bûne, li gel hebûna tevaya nîşanan û dîdevaniyên kesên ji mirinê rizgar bûne, berpisyariya tam li ser milê civaka navdewletî ye, ji bo rizgarkirina cîhanê ji tawanbarê cengê yê ku amade ye di çi demê de be çekên kîmawî bikar bîne.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza sepandina rêkaran li dijî rijêma Esed li gor benda heftemîn ji peymana Netewên Yekbûyî dike, ji ber ku rijêma Esed guh nade biryara 2118, û çekên kîmawî li dijê sivîlan 184 caran bikar anîne, piştî ku li ser rêkeftina qedexekirina bikaranîn û çêkirina çekên kîmawî di êlona 2013an de pesend kiriye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
07 tebax 2023