Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selwa Eksoy, tekez kir ku dijminkariya Rusya li ser Sûriya û Okranyê, ji aliyê awayên tawanan û hovîtiya leşkerî de mîna hev in, nemaze ku bombebaran û kuştinê ne tenê xot û mêr û kesên bitemen armanc kirine, lêbelê hemû temen dan ber xwe, tevî zarok û jinan .
Û Eksoy di daxwiyaniyin taybet de îro got ku ranewestana di rûyê dijminkariya Rusya gunehkar de û sizanekirina wê li ser tawanên ku dermafê herdû gelên Sûriyê û Okranya pêk anîne, tê wateya ku mîkanîzma kuştinê ya Rusya dê hîn bêhtir xelkê bikuje û birîndar bike nemaze ji zarokan.
Û Eksoy bal kişand ser ku sizanekirina Rusya û hevalbendên wê li ser tawanên cengê yên ku li Sûriya û Okranyê pêk anîne, ne tenê çireya kesk ji wê re vêdixe da ku bêhtir tawanan pêk bîne û aramî û ewlehiyê têk bibe, lêbelê dibe ku dewletin dîtir han bide ku kiryarên mîna wê li cihin dî ji cîhanê pêk bînin.
Tê zanîn ku dijminkariya Rusya li ser Sûriyê ji sala 2011an de ta hizêrana 2023an, li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, bû sedema kuştina 1423 zarokên law û 625 zarokên keç, û dijminkariya Rusya li ser Okranya bû sedema kuştina 499 zarokan li seranserê welêt û birîndarbûna bêhtir ji 1090 zarokî li gorî ku Ofîsa Dozgeriya Giştî ya Okranya duh roja yekşemê ragihandiye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî