Wezareta Perwerde û Hînkirinê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, pirojeya hişyarkirinê derbarê keresteyên hişber li bakurê Sûriyê bi dawî kir, û di çarçoveya wê helmetê de danasîna kersteyên hişber, sedem, encam û ziyanên wan li ser asta kesayetî û civakê pêşkêş bûn.
Û helmeta Wezaretê ya ku bi sernavê “Erê ji jiyanê re, na ji keresteyên hişbir re” hatiye lidarxistin, Ji bo xwendekarên keç û xort bû, di riya belavkirina posterên ku gotinên hişyarkirinê li ser nivîsîne û metirsiyên keresteyên hişbir diyar kirine, her wiha belavkirina pankartên li ser dîwaran.
Û Wezaretê zincîrek ji wanebêjan û komcivînên hişyariyê yên ku kesên pispor pê rabûne di hejmarek ji zanîngan de li dar xistin, û ji wan zanîngeha Helebê ya Azad, Elşam û Elnehda û peymangehên perwerdekirina mamosteyan.
Û di dawiya helmetê de Wezareta Perwerde û Hînkirinê daxwaz ji hemû hevkarên ku di komîteya hişyarkirinê de amade bûne kir, ku bi rola xwe rabin, û beşdariyê di temamkirina helmeta hişyarkirinê de bi awayekî berfirehtir bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî