Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Mirina girtiyekî Sûrî di zîndana Romyê ya Libnanî de, bi sedema guhnedan û tunebûna rêşûnên saxlemiyê tiştekî bobelatiye, û desttêwerdaneke yekser ji aliyê rêxistinên navdewletî ve tê xwestin, daku girtiyên din rizgar bikin, û sedemên girtina Sûriyan li Libnanê bête zanîn, û çavdêrî lê bibe, daku zanibin ta kîjan astê mafên girtiyan û rêşûnên saxlemiyê têne dabînkirin, nemaze di dema belavbûna bêtara korona de.
Girtina di van rewşên bobelatî de kiryarekî ne mirovahî ye û ne jî sincî ye, û ew binpêkirina yasaya navdewletî ye, û hindik maye ku bibe awayek ji awayên jenosîdê.
Jêderin mafnasîyê mirina welatiyê Sûrî Mehmod Fereh, yê ji devera Elqisêr ya gundewarê Humisê tekez kir, yê ku hindik mabû ku dema darizandina xwe bidawî bikira û serbest bihata berdan, demeke dirêj di neguhdana pizîşkî û tendurstî de jiyabû, û derdeseriya dijwariyên xerabbûna rewşên xizmetguzarî û paqijî û pîsbûna xwarinê dikşand.
Hevbendiya Niştimanî rewşê dişopîne, û ofîs û desteyên pispor di pêwendiyên li gel aliyên coebecor berdewam in, ji bo şopandina rewşa bêhtir ji 1,800 Sûriyên di rewşeke dijwar û nemirovahî de girtîne, Piştî ku gelek ji wan bi darizandinên neheq û zordar haitine darizandin, û tekez kir ku çi sedemên girtinê hebin ji mafê wan girtiyan e ku guhdan û parastina pêwîst ji wan re were dabînkirin, û çi qelsî di pêşkêşkirina guhdana tenduristî de hebe nayê pejrandin û ew dighê asta tewanê.
Divê tevaya rêşûnên girtinê li Libnanê, û dan û standin bi rewşa girtinên berdewam û demdirêj rawestin, û lêvegerîneke lezgîn ji tevaya biryarên girtinê û darizandinên dermafê wan girtiyan derketine çêbibe, û kar li ser Kartêkerkirina mîkanîzmên serbestberdan û lêborîna giştî an taybet ji bo yên metirsiya wan li ser civakê tune ne were derxistin, û di serî de sûriyên ku hindik maye ku dema hukmê xwe bi dawî bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî careke din daxwazê ji Saziyên Mafnasî yên Navdewletî û Xaça Sor ya Navdewletî dike, ku yekser serdana zîndana Romiyê û zîndanên Libnanê yên din bikin, daku li rewşa girtiyan temaşe bikin, û temîniyên pêwîst bo misogerkirina saxlemiya wan werin pêşkêşkirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
5 çirya pêşîn 2020