Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku nehiştina Rûsiya ji beşdariya rijêma Esed di civatên gera nehemîn ya Komîteya Destûrî de li Cinêvê re, rola Rûsiya di astengkirina pirosesa siyasî de li Sûriyê diyar dike, û ji aliyê dî ve asta girêdana rejîmê bi Rûsyayê ve û kontrolkirina wê ji rijêmê re eşkere dike.
Desttêwerdana eşkere ya Rûsiya di proseya destûrî de û jikarêxistina civînên wê, berovajî rêziknameyên navxwe yên taybet bi komîteyê ye, ya ku bi zelalî diyar dike ku divê bi serperiştiya Sûriyê be û sûrî bi xwe xwediyên wê ne, û Netewên Yekbûyî asankariyan jê re dabîn bike, û bi awayekî zelal destnîşan kir ku komîte kar ji bo xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê bi tenê dike, û ne weke ku rêjîma Esed hewl dide ku ji bo berjewendiyên Rûsiya bikar bîne, û wê bike karteke ku Rûsiya bi rêya wê fişarê li dewletên Rojavayî bike, nemaze di çarçoveya dijminkariya wê li ser Okranya de.
Fermana Rûsiya ji rêjîma Esed re da beşdariyê di civînên Komîteya Destûrî de neke, nîşan e ku ew bi temamî fermanên Potin cîbicî dike, û rijêm di lîstika berjewendiyên xwe û fişarên li ser Rojava de ye, ji ber ku ev çend sal in rêjîma tawankar tenê bûye lîstikek di destê Rûsya û Îranê de, û ew li gorî berjewendiyên xwe rijêmê dilvînin, beramberî peydakirina amûrên kuştin û koçberkirina gelê Sûriyê.
Netewên Yekbûyî berpirsiyariya xwe bi rêjîma Esed û piştgirên wê re derbarê pûçkirinaa berdewam ji pirosesa siyasî ya girêdayî Sûriyê hildigre, ji ber sistbûna wê di danûstandina bi rijêmê re, û venekirina hemû rêyên siyasî yên biryara navdewletî ya 2254, yaku gelê Sûriyê hêvî dikir ku bibe dergehê dawiya tirajîdiya Sûrî.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûriî tekeziyê li ser pêwîstiya sepandina veguhaztina siyasî li Sûriyê li gor demeke nîşankirî dike, bêyî ku guh bide xapên rêjîma Esed û Rûsiya bi armanca bidestxistina demeke zêdetir daku destkeftên nû li ser hesabê gelê Sûriyê û pêşeroja welêt pêk bînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
19 tîrmeh 2022