Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Farok Teyfor, cextî li ser encamên Lotkeya Jedê ya Ewlehî û Geşepêdanê yên derbarê doza Sûriyê û tekeziya wê li ser pêwîstiya gihiştina çareya siyasî li Sûriyê yaku dê derdeseriyên gelê Sûriyê bidawî bîne û qonaxeke nû li welêt damezrîne kir.
Û Teyfor di daxwiyaniyin taybet de got ku pêwîst e destpêşxeriyên nû derbarê Sûriyê hebin, daku rêya siyasî kartêker bikin, û helwestin vebir bo nehêlana astengkirina pirosesa siyasî ji hêla rijêma Esed û hevalbendên wê ve bistînin, û bighêjin çareya siyasî li gorî biryarên 2118 û 2254 daku daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk werin.
Û Teyfor cextî li ser pêwîstiya rola ereban û nemaze ya Erebistana Siûdî û dewletên Kendava Erebî di rizgarkirina Sûriyê ji rijêma tawanbar û milîsên Îranî yên terrorist de kir, û rola erebî ya kartêker vegere, daku bi hevaltiya birayên xwe rûbirûyî kêşe û kirîz û guhertinên navdewletî û herêmî bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî