Endamê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Eymen Elasimî, pêşwaziya raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê kir, yaku têde kiryarên rêxistinên PKK û PYDê yên terorîst di warê leşkerkirina zarokan de li Sûriya û Iraqê belge kirine.
Û Elasimî bal kişand ser ku kiryarên van rêkxistinên tirorist ji kiryarên Daiş û Rêjîma Esed ne cuda ne, nemaze di warê leşkerkirina zarokan û şandina wan bo pêkanîna operasiyonên xwekujî di nav sivîlên bêguneh de.
Û Eleasimî tekez kir ku leşkerkirina zarokan ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ranewestiyaye, tevî hemû hişyarî û bangên navdewletî jê re, û daxwaz kir ku piştgiriya wan bê rawestandin, û berpirsên ku tawan û binpêkirin dermafê sivîlan û zarokan pêkanîne siza bibin.
Û Wezareta Derve ya Amerîka di çarçoveya yasaya parastina qurbaniyên Qaçaxçîtiya Mirovan de, raporta xwe pêşkêşî Kongresê kiribû, û di raporê de hate ragihandin ku çekdarên PYDê zarokên di bin 12 salan re tevlî kadroyên xwe li Sûriyê kirine, û ew neçar kirine ku çekan hilgirin û li ser bikaranîna çekan perwerde bikin, ji ber ku ji sala 2017an de di leşkerkirina zarokan de li kampên penaberan li bakur rojhilatê welêt berdewam e.
Û raporê bal kişand ser ku rêxistinên terorîst ên DAIŞ û PKKê li gel milîsên ku Îran piştgiriya wan dike li Iraqê jî zarok tevlî leşkeriyê kirin, û diyar kir ku PKKê di sala 2021an de bi dehan zarokên ku ji Kerkûkê hatine Şengalê tevlî kadroyên xwe kirin û ew neçar kirin ku çekan hilgirin, bi armanca amadekirina wan ji pevçûnan re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî