Wezareta Perwerde û Hînkirinê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, navên xwendekarên serkeftî di bawernameya hîndariya bingehîn û ya navencîya şeri’î de li deverên rizgarkirî diyar kirin.
Û Wezaretê anî ziman ku (25558) xwendekarên keç û xort ezmûnên sala 2022an pêşkêş kirin, û bal kişand ser ku rêjeya serkeftinê di vê xolê de ji sedî 61.82 bû.
Û Wezareta Perwerde û Hînkirinê navên 30 xwendekarên ku di fêrnameya hînkirina bingehîn û navencî ya Şeri’î de serketî bûn yên ku pileya herî bilind di vê xolê de 280 wergirtine belav kir.
Û Wezaretê duh danê sibê ragihandibû ku encamên bawernameya hînkirina bingehîn û ya navencî ya şerî dê roja sêşemê 19-7-2022 demjimêr 8ê êvarê were dayîn, û hêviya serkeftinê ji wan re xwest, û Wezaretê spasiya xwediyên xwendekaran kir, ji ber ku heyanî ji wan hatibû bi zarokên xwe re berdewam kirin û alîkar bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî