Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selim Elmislit, nameyek arasteyî Wezîrê Derve û Revenda Niştimanî ya Komara Demokratîk ya Cezayirê Ramtan Limamira kir, û têde dilgiraniya xwe li ser piştgiriya Cezayirê ji rijêma Esed re anî zimn, û daxwaz ji welatê wî kir ku lêvegerekê ji bijardeyên xwe re çêbike, ew bijardeyên ku ne li gorî qurbanîdana gelê Cezayîrê di ber bidestxistina azadiya wê de ne.
Elmislit di peyama xwe de got ku piştî bûrîna 60 salî di ser serxwebûna cezayirê re, em serê xwe bi şoreşgerên xwe yên Cezayirê bilind dikin, yên ku me biryar rojekê bi wan re dabû ku em dê bi hev re bimirin an jî bi hev re bijîn, da ku bi destûra yazdan em bibin xwedî jiyanek azad û bi rûmet.
Û got ku cihê xemgîniyê ye ku helwesta fermî ya Cezayirê li aliyê rêjîma Esed be, ya ku tawan û komkujî li dijî sivîlan li Sûriyê pêk anîne, û bi sedên hezaran welatî kuştine û girtine, û bi milyonan Sûrî li dîaspora û hundirê Sûriyê koçber kirine, û mixabiniya xwe derbarê piştguhkirina Cazayirê ji hişyariyên navdewletî yên derbarê têkliyên bi rijêma Esed re û biserxistina wê û normalkirina têkliyan pêre anîn ziman.
Û Elmislit bal kişand ser ku aştî û ewlekariya navdewletî bi mana rêjîma Esed di desthilatê de li Sûriyê pêk nayê, piştî ku bûye amûrek di destê Rûsya û Îranê de, û bûye wek milîsên ku li ser kuştin, îşkence û bazirganiya keresteyên hişbir dijîn.
Û Elmislit dît ku mana rêjîma Esed metirsî ye ji Sûriyê û paşeroja wê û hemû dewletên ereb re, û daxwaz ji Cezayirê kir ku lêvegerekê ji bijardeyên xwe re çêbike, û pabendiyê bi helwestên Komkara Erebî bike, her weha bi yên dewletên dîtir yên ku vegera danûstandinê li gel rijêma Esed û normalkirina têkliyan pêre red kirine.
Û Elmislit tekezî li ser giringiya hewlên welatên Ereb bo cudakirina rêjîma Esed, û neketina wê di nav karê rewakirina wê an nûjenkirin û pejrandina wê di Komkara Erebî de nebin kir, ji ber ku rewatiya wê nîne û nûnertiya Sûriyê û gelê wê nake, û dît ku pejrandina wê dihêle ku Îran xurtbibe û nûnerê xwe deyne ser kursiyê Sûriyê di Komkara Erebî de.
Û Elmislit bal kişand ser ku çareseriya siyasî li Sûriyê takerê ye ji bo rawestandina êş û azarên gelê Sûriyê û rêya misogerkirina yekîtiya xaka Sûriyê û serxwebûna wê ye, û bal kişand ser giringiya rola Cezayirê ya siyasî û dîplomasî yaku dikare dosyaya çareseriyê li Sûriyê bilivîne, û beşdariyê di pêşdebirina civaka navdewletî û erebî de ber bi cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê û di serî de herdû biryarên 2118 û 2254 bike.
Û Elmislit careka dî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li avakirina baştirîn têkliyên biratî li gel Komara Cezayîrê ya Demqrat û Gelêrî miqate ye, û xwesteka herdemî xurtkirina van peywendiyên ku dikevin xizmeta herdû gelên Sûrî û Cezayirê diyar kir, û amadebûna karê li gel tevaya bizavên navdewletî û navnetewî û erebî û nemaze li gel Cezayîrê ji bo pêşdebirina piroseya siyasî li Sûriyê û standina biryarên di xizmeta doza gelê Sûriyê û dozên erebî û yên deverê de anî ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî