Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, balê dikşîne ser ku derxistina kompaniya “Baskên Şamê ya Firokevaniyê” ji lîsteya sizayên Ewropî nayê pejrandin, ji ber ku ev Kompanî di piştgiriya rêjîma Esed de berdewam e, û tekeziyê li ser giringiya sizayên navdewletî yên ku li ser rêjîma Esed û pêwîstiya berdewamî û berfirehkirina wan dike, da bighêje hemû rêyên darayî yên vê rêjîma tawankar.
Rakirina sizayan ji ser vê Kompaniya ku bi piştgiriya xwe ji rêjîma Esed û rêjîma Rûsî re naskirî ye, di riya veguheztina milîs û nandozan re, û piştgiriya herdû rêjîman di şerên wan yên li dijî azadiya gelan de, nameyên şaş ji hemû tawankarên cengê û alîgirên wan re li cîhanê dişîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hişyariyê ji sistbûna danûstandina bi rêjîma Esed re, an sivikkirina bendên ku li ser wê hatine sepandin dide, ji ber ku sedemên ku ev siza hatine sepandin hîn berdewam in, û rêjîm di pêkanîna tawanên cengê yên dijî gelê Sûriyê de berdewam e, û mezintir kirine di riya şandina milîsên terorîst bo şerê li Okranya û deverên din, û bûye hevparê cengên dijminkarî yên Rûsiya û Îranê li deverê û cîhanê.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza rêşûnên vebir dijî rêjîma tawankar û piştgirên wê dike, û rêyên nû bo sepandina veguhaztina siyasî li Sûriyê kartêker bike, û biryarên navdewletî yên taybet bi wê cîbicî bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
20 tîrmeh 2022