Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, dît ku derxistina kompaniya “Baskên Şamê ya Firokevaniyê” ji lîsteya sizayên Ewropî nayê pejrandin, ji ber ku ev Kompanî di piştgiriya rêjîma Esed de berdewam e, û tekezî li ser giringiya sizayên navdewletî yên ku li ser rêjîma Esed û pêwîstiya berdewamî û berfirehkirina wan kir, da bighêje hemû rêyên darayî yên vê rêjîma tawankar.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de duh got ku rakirina sizayan ji ser vê Kompaniya ku bi piştgiriya xwe ji rêjîma Esed û rêjîma Rûsî re naskirî ye, di riya veguheztina milîs û nandozan re, û piştgiriya herdû rêjîman di şerên wan yên li dijî azadiya gelan de, nameyên şaş ji hemû tawankarên cengê û alîgirên wan re li cîhanê dişîne.
Û Hevbendiya Niştimanî hişyarî ji sistbûna danûstandina bi rêjîma Esed re, an sivikkirina bendên ku li ser wê hatine sepandin da, ji ber ku sedemên ku ev siza hatine sepandin hîn berdewam in, û rêjîm di pêkanîna tawanên cengê yên dijî gelê Sûriyê de berdewam e, û mezintir kirine di riya şandina milîsên terorîst bo şerê li Okranya û deverên din, û bûye hevparê cengên dijminkarî yên Rûsiya û Îranê li deverê û cîhanê.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniya xwe de derbarê sizayên ku li ser rejîma Esed û alîgirên wê hatine sepandin, daxwaza rêşûnên vebir dijî rêjîma tawankar û piştgirên wê kir, û ku rêyên nû bo sepandina veguhaztina siyasî li Sûriyê kartêker bike, û biryarên navdewletî yên taybet bi wê cîbicî bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî