Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi xemgîniyeke mezin pêşhatên têkildarî noqbûna qeyikekê , li nêzîkî peravên Yonanistanê, ku bi dehan penaberên Sûrî û yên ji welatin din jî têde hebûn dişopîne, ku bû sedema ku gelek kes bibin qurbaniyên noqbûnê û windabûna gelek penaxwazan û di nav wan de hejmareke mezin ji Sûriyan heye, û germtirîn sersaxî ji malbatên qurbaniyan û gelê Sûriyê re pêşkêş dike .
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku rijêma Esed tevaya berpirsiyariya berdewamiya koçberiyê û pêlên penaberiyê hildigre, ji ber rêbaza wê ya tepeserkirin û binpêkirinên berdewam ji mafên mirovan re li dijî gelê Sûriyê û berdewamiya girtin û îşkencekirinê di zindanên wê de.
Metirsiyên ku gelê Sûriyê bi berdewamî bo daxwaza penaberiyê xwe tûşî wan dikin, nîşana nepêkaniya jiyana di bin desthilata rijêma Esed û rêbaza wê ya tawankar û milîsên mezhebperest ên girêdayî wê de ye, û derewa gotinên rijêmê ku deverên di bin kontirola wê de ewle bûne tekez dike, û ji ber vê yekê Hevbendî bi awayekî vebir vegerandina penaberên Sûrî berî pêkanîna veguhastina siyasî li Sûriyê li gor biryarên navdewletî nemaze biryara 2254 red dike.
Sûrî ji bilî bijardeya reva ji kuştin an girtinê nabînin, dema ku vegera ber bi rijêma Esed a terorîst û amûrên ewlekarî û serkutkirinê li ser wan bê sepandin, bêyî hebûna jîngeheke ewle û bêalî ku vegereke bi dilxwazî û bi rûmet garantî bike.
Em careka dî sersaxiyê li xizim û malbatên qurbaniyan dikin, û ji xweda daxwaza saxlemî û rizgarbûna wendayan dikin.
Em ê xweda ne û em ê lê vegerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
16 hezêran 2023