Û Hevbendiya Niştimanî got ku ew bi mixabînî û xemgîniyeke mezin pêşhatên têkildarî noqbûna qeyikekê ku bi dehan penaberên Sûrî û yên din têde hebûn li nêzîkî peravên Yonanistanê dişopîne, ya ku bû sedema ku gelek kes bibin qurbaniyên noqbûnê û windabûna gelek penaxwazan û di nav wan de hejmareke mezin ji Sûriyan heye.
Û di daxwiyaniyeke xwe de îro roja înê Hevbendiya Niştimanî germtirîn sersaxî ji malbatên qurbaniyan û gelê Sûriyê re li ser vê bobelatê pêşkêş kir, û tekez kir ku rijêma Esed tevaya berpirsiyariya berdewamiya koçberiyê û pêlên penaberiyê hildigre, ji ber rêbaza wê ya tepeserkirin û binpêkirinên berdewam ji mafên mirovan re li dijî gelê Sûriyê û berdewamiya girtin û îşkencekirinê di zindanên wê de.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku metirsiyên ku gelê Sûriyê bi berdewamî bo daxwaza penaberiyê xwe tûşî wan dike, nîşana nepêkaniya jiyana di bin desthilata rijêma Esed û rêbaza wê ya tawankarî û milîsên mezhebperest ên girêdayî wê de ye, û derewa gotinên rijêmê ku deverên di bin kontirola wê de ewle bûne tekez dike.
Û Hevbendiya Niştimanî bi awayekî vebir redkirina vegerandina penaberên Sûrî berî pêkanîna veguhastina siyasî li Sûriyê li gor biryarên navdewletî nemaze biryara 2254 anî ziman.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku Sûrî ji bilî bijardeya reva ji kuştin an girtinê nabînin, dema ku vegera ber bi rijêma Esed a terorîst û amûrên ewlekarî û serkutkirinê li ser wan bê sepandin, bêyî hebûna jîngeheke ewle û bêalî ku vegereke bi dilxwazî û bi rûmet garantî bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî