Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Rijêma Esed û Rusya armanckirina deverên rizgarkirî bi mûşekên balafirên cengê û topavêjan nû dikin, û deverên Idlib û Helebê armanc dikin, hevdem li gel gera 20emîn a danûstandinên Asîtanayê, ev yek jî jiyana bi milyonan Sûrî yên li wan deveran tevî rewşa mirovî ya xerab a bêhtirê malbatan dixe bin gefê de.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku gelê Sûriyê bi tena serê xwe rûbirûyî amûra cengê a Rusya ye, ya ku piştgiriya rijêma Esed dike, û ev gel ji berî bêhtir ji 12 salan de tê kuştin û bombebarankirin, bêyî hewildanên rasteqîn bo rawestandina rijandina xwîna wî, û rawestandina rijêma Esed, û xebata ji bo dadgehkirina wê.
Rijêma Esed û hevalbendên wê baweriyê bi çi çareseriyeke siyasî a ku Sûriyê ji trajediya wê rizgar bike nayinin, û rêbaza leşkerî berdewam dikin, di dema nebûna vîna cîbicîkirina biryarên navdewletî yên ku li ser li hev kirine de, û di pêşî de biryara 2254 û pêkanîna veguhastina siyasî û dadpirsîna rijêma Esed li ser bihezaran tawanên ku pêk anîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
20 hezêran 2023