Daxwiyaniyeke Sersaxiyê
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî mirina pilebilindê Sûrî ê mezin û perwerdekarê çak Şêx Mihemed Memduh Cuneyd yê ku îro Sêşemê 20ê Hezîranê li Elmedîne Elminewera koça dawî kir, radighîne.
Şêxê koça dawî kiriye dilovaniya yezdan para wî be, xwedanê beşdariyên olî yên bibandor bû, di riya endamtiya wî di Encumena Îslamî ya Sûrî û Komeleya Zanayên Sûriyê de, ya ku demekê serokatiya wê dikir, dilovaniya xweda lê be ji Sûriyên li Elmedîne Elminewera dijîn re lêvegerekî zanistî û civakî bû, û alîgirê şoreşa sûriyan ji destpêkê de bû, û helwestên wî yên piştgiriya maf neguhêr û bûn.
Şêxê rehmelê ji malbatekê ku bi zanîn û fetwayan li parêzgeha Humsê ya Sûriyê naskirî ye, di sala 1940ê de ji dayîk bûye, Fakulteya Şerîetê li zanîngeha Şamê qedandiye, û ji sala 1960ê ve xutbeya înê li hejmarek ji mizgeftên Humsê didan, her weha wî li çend mizgeftên Humsê pêşewayî kiribû, û di mizgeftan de mamostetî dikir, û ji sala 1963 ve li dibistan û peymangehên şerîetê şagirt bi xwendin didan.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê pêşkêşî malbata Şêxê rehmetî yê hezkirî û xwendekarên wî dike, û hêviya dilovanî û lêborînê ji bo wî dixwaze, û ku Xwedayê mezin wî bi bihişta herî bilind xelat bike.
Em ên xweda ne û em ê lê vegerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî