Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî paşvemana Netewên Yekbûyî û rêxistinên wê li hember bobelata mezin a ku li bakurê rojavayê Sûriyê çêbûye, ji ber erdheja ku bi sedan avahî wêran kirine, û bi sedan kes bûne qurbanî şermezar dike, ji ber ku tevî mezinbûna felaketê, Netewên Yekgirtî ti alîkarî pêşkêş nekirine.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku rêya gihiştina bakurê Sûriyê vekirî ye, û ne qutkirî ye, û ne riyeke bi tenê ye, û ew bihaneya ku ji aliyê Berdevka Komisyona Penaberan ve hatiye pêşkêşkirin ne ketwarî ye, ji ber ku eger rê bi rastî astengkirî bin jî, helîkopter dikarin bi hêsanî bigihêjin deverên rizgarkirî, yên ku herî zêde ji erdheja li Sûriyeyê bandor li wan bûye.
Erdhejê metirsiyeke zêde ji gelê Sûriyê re çêkir, yên ku ji sala 2011an ve rastî tawankariya rijêma Esed û hevalbendên wê hatine, û heta niha jî êş û azarên wê dikişînin, û bi tenê mane li hember çekên kîmawî, bermîlên teqîner û mûşekan, û niha ew rûbirû bobelata erdhejê mane, tevî ku tîmên rizgarkirinê bi şiyanên kêm kar dikin, û pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye, û kesên rizgarbûyî jî pêwîstiya wan bi hemû cureyên alîkariyên mirovî heye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
9 sibat 2023