Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, civîneke ji dûrve li gel wekîlê nûnerê Birîtaniya Charles King li dar xist, û pê re li ser pêwîstiya pêşkêşkirina piştgirî û alîkariyên bilez ji bo rizgarkirina qurbaniyên erdheja wêranker û derxistina kesên ku di bin kavilan de asê mane gotûbêj kir.
Û Elmislit li ser pêşhatên li deverên ziyandîtî axivî, û bal kişand ser ku hejmara qurbaniyan ji hezar û 400 kesî derbas bûye, û zêdetirî 2700 birîndarî hene, û bi sedan malbat di bin kavilan de mane, û hişyarî da ku dibe ev hejmar di katijêmêrên pêş de ger makîneyên giran neghêjin û piştgirî bo tîmên rizgarkirinê û Berevaniya Sivîl neyên pêşkêşkirin dutaq bibe.
Û Elmislit diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê yên cîbicîkar (Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Encûmenên Xwecihî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiryê) bi hemû karîna xwe li gel Berevaniya Sivîl û rêxistinên mirovî yên xwecihî kar dikin, ji bo kêmkirina qebareya bobelatê û rizgarkirin û alîkariya qurbaniyên erdhejê.
Û Elmislit tekez kir ku ew di amadebûna tam de ne ku alîkariyan werbigirin, û ji bo hewcedaran û bo kesên ku ji erdhejê zirar dîtine veguhêzin, û cext kir ku pêdviya gelê Sûriyê bi piştgiriyek rasteqîn ji dostên xwe heye.
Û Elmislit bal kişand ser wê yekê ku bobelata ku bi ser Sûriyê de hatie, her kes pê êşiyaye, bêyî cudahiya aliyên siyasî, û da zanîn ku rijêm hewil dide ku vê karesatê ji bo bidestxistina destkeftên siyasî û aborî bikar bîne.
Û di heman demê de Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo li ser kar û xebatên Ofîsa Têkiliyên Derve di peywendiya li gel cihên fermî yên Tirkiyê ji bo hêsankirina derbasbûna alîkariyan axivî, û amaje bi wê yekê kir ku hewlên danûstandinê bi Sûriyên li dîasporayê re hene di warê kesên dixwazin alîkariyê pêşkêş bikin de.
Ji aliyê xwe ve, wekîlê nûnerê Brîtanya tekez kir ku tîmên wan bi awayekî berdewam ji bo dîtina rêyên pêşkêşkirina alîkariyên bilez li Sûriyê kar dikin, û bal kişand ser karê wan li gel Hikûmeta Tirkiyê û Netewên Yekbûyî bo hevrêzkariyê derbarê mekanîzmayên piştevaniyê.
Û dilnearambûna xwe anî ziman derbarê ku rijêm berpirsa belavkirina alêkariyan be, ji ber ku ne cihê baweriyê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî