Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, got ku gelê Sûriyê bi tenê li hember çekên kîmawî, bermîlên teqîner û mûşekan ma, û niha jî ew bi tena xwe rûbirûyî bobelata erdheja wêranker e, tevî ku tîmên rizgarkirinê bi şiyanên kêm ên berdest kar dikin, û pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye, û kesên rizgarbûyî jî pêwîstiya wan bi hemû cureyên alîkariyên mirovî heye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku metirsiya Erdhejê jî ket ser metirsiyên ku berê rijêma Esed û hevalbendên wê ji gelê Sûriyê re çêkirine de, bi tawankariyên xwe ji sala 2011an ve, û heta niha jî êş û azara wan dikişîne.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî paşvemana Netewên Yekbûyî û rêxistinên wê hember bobelata mezin a ku li bakurê rojavayê Sûriyê ji ber erdheja ku bisedan avahî wêran kirine û bisedên kesan kirine qurbanî şermezar kir, ji ber ku tevî mezinbûna felaketê Netewên Yekbûyî çi alîkarî pêşkêş nekir.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku rêya gihiştina bakurê Sûriyê vekirî ye, û ne rêyek bi tenê ye, û bal kişand ser ku ew bihaneya ku ji aliyê Berdevka Komisyona Penaberan ve hatiye pêşkêşkirin ne ketwarî ye.
Û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku jikarketina rêyan ji kesekî re nabe behane, ji ber ku helîkopter dikarin bi awayekî hêsan bigihêjin deverên rizgarkirî, yên ku herî zêde ji erdheja li Sûriyê ziyan dîtine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî