• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Thursday, 30 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Rehêmê: Eger Piştevaniya Navdewletî Yaku bo Bakurê Sûriyê Hatiye Ragihandin Hatiba Me yê Karîba Bandorên Bobelata Erdhejê Kêm Bikirana

February 10, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Rehêmê: Eger Piştevaniya Navdewletî Yaku bo Bakurê Sûriyê Hatiye Ragihandin Hatiba Me yê Karîba Bandorên Bobelata Erdhejê Kêm Bikirana

Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Şandê pêre, bi serdaneke meydanî bo deverên herî bêhtir ji ber erdheja ku li Tirkiyê û Sûriyê xistiye ziyan dîtine rabû, û Şandeyê Hevbendiyê ji nêz ve qebareya bobelata ku ta niha bûye sedema mirina 2037 kesan û birîndarbûna bêhtir ji 2950, û awarebûn derdora 11000 malbatî temaşe kir.

Û Rehmê pesnê rola mezin ya Berevaniya Sivîl ya ku bi hezaran kes ji bin kavilan rizgar kirine da, tevî şiyanên wan ên sînordar di riya alav û amûrên hindik û destên tazî re, û bal kişand ser rola Artêşa Niştimanî ya ku bi amûrên xwe piştgiriya Berevaniya sivîl kir, her weh Encumenên Xwecihî yên ku ji aliyê xwe ve kar kirin ji bo bandorên bobelatê sivik bikin.

Û Rehmê got ku ji dema em gihiştine deverên ziyan dîtine de, pirsa xelkê ji me: ka cîhan bi dewlet û saziyên xwe yên fermî û gelêrî ve li ku maye? Çimkî piştgiriya cîhanî ya dihate xwestin ta niha neghiştiye me, û got ku me wek Sûrî karîbû xwe bighînin deverên ziyan dîtine, di riya rêyeke bejayî re ya ku hemû piştgiriyên lojistîk yên pêkan û pêşbînkirî dikarin têre derbas bibin, û tekez kir ku eger piştgiriya ku dewletan ragihandiye hatiba, wan dê karîbana bighînin deverên ku ji ber bobelata erdhejê ziyan dîtine, weku çawa em gihiştine van deveran.

Û Rehmê got ku piştî em bi encumenên xwecihî û Artêşa Niştimanî û saziyên xizmetkar re civiyan, diyar kirin ku pêdviyên wan ên sereke yên tenduristî, bizîşkî, kon, sotemenî û makîneyên giran in, û bal kişandin ser ku alîkarî di riya sînorê Tirkiyê re ta niha neghiştiye me, û got ku alîkariyên gihiştine deverên di bin kontirola rijêmê de tişt jê negihiştiye bakurê Sûriyê tevî ku giraniya bobelatê ya herî mezin li bakur e.

Û Rehmê rola nexweşxaneyên taybet û yên giştî yê ku gelek tişt pêşkêş kirine tevî ku nikarin tevaya pêdviyan dabîn bikin bilind nirxand, û bal kişand ser ku eger oksijîn bighişta nexweşxaneyan dê gelek qurbanî rizgar bibûna, tevî ku wan li gor karîna xwe  birîndar rizgar kirin,  û pesnê rola gelêrî û rêxistinên alîkariyê di pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên bilez de da, ji ber ku saziyên alîkariyê bi tîmên xwe ta piştî nîvê şevê kar dikin, û di tarî û sermayê de li mirovên hewcedar digerin.

Û Rehmê tekez kir ku Şandeyê Hevbendiya Niştimanî çalakiyên ku daxwaza pêwîstiya rawestana li ser saxlemiya avahiyan dikin berî ku xelk vegerin wan û diyarkirina avahiyên guncaw ji bo bicîbûnê, şopandin.

Û Rehmê tekezî li ser pêwîstiya bilindkirina ala şoreşê li ser otombîlên hawarçûn û alîkariyê kir, daku rijêm wan weke alaveke ragihandinê ji bo xapandina cîhanê bi kar neyne, her wiha pêwîst e ku ala şoreşê li ser alav û mekîneyên giran yên ku kavilan radikin bilind bibin, ji bo ku rijêm wêneyên wan ji xwe re bikar neyne.

Û Emîndarê Giştî sersaxî ji gelê Sûriya û Tirkiyê re xwest, û hêviya saxbûnê ji birîndarên erdhejê re kir, û got ku bobelatê herdu gel kirin yek, li gorî rastiya ku em niha tê de dijîn, û qurbaniyên Sûrî li herdu aliyên sînor wê yekê diçespînin.

Û tekez kir ku pêwîstiya lezgîn bi alîkariyên navdewletî heye, ji bo vegera xelkê bo malên xwe yên ku ji ber erdhejê jê derketine, û pêwîstî bi dermankirina jin û zarok û mêrên xwedan birînên govdeyî û derûnî heye.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Raporeke Rojnamevanî: Rijêma Esed Hewil Dide ku bi Doseya Windakirina bi Zorê û Binçavkirina Kotekî Bilîyze
Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Rojnamevanî: Rijêma Esed Hewil Dide ku bi Doseya Windakirina bi Zorê û Binçavkirina Kotekî Bilîyze

March 28, 2023
Hevbendiya Niştimanî: Milîsên Terorist ên Girêdayî Rijêma Esed li Libnanê Rijd in li ser Şêwandina Wêneyê Ciwan yê Libnanê
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî: Milîsên Terorist ên Girêdayî Rijêma Esed li Libnanê Rijd in li ser Şêwandina Wêneyê Ciwan yê Libnanê

March 27, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Rojnamevanî: Rijêma Esed Hewil Dide ku bi Doseya Windakirina bi Zorê û Binçavkirina Kotekî Bilîyze

Hevbendiya Niştimanî: Milîsên Terorist ên Girêdayî Rijêma Esed li Libnanê Rijd in li ser Şêwandina Wêneyê Ciwan yê Libnanê

Raporeke Mafnasî: Rijêma Esed Çarenivîsa (3076) Girtiyên Filistînî Vedişêre

Ji Encama Topbarana Hêzên Rijêma Esed li ser Gundewarê Helebê Sivîlek Hat Kuştin û Hin Sivîlên Din Birîndar Bûn

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.