Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Pejrandina nûnertiya yek ji saziyên girêdayî rijêma Esed -bi awayekî ne fermî bi serpereştiya Esma Esed di desteyek bi ser UNESCO ya Netewên Yekbûyî ve nayê pejrandin, û tiştekî cihê şermezariyê ye, û wek sivkatiyê ye mafên bi milyonan qurbanî ji xelkê Sûriyê, û dûrî sincên saziyên navdewletî e.
Esma Esed yaku serpereştiya vê saziyê dike, û tevlî desteya nirxdanê a navdewletî bûye, piştgiriya hevserê xwe yên kujer Beşar Esed di cenga wî ya dijî gelê Sûrî de kiriye, û bi xwe perçeyek jê bû, û ew di nav sizayên aborî de bû, ji ber ku piştgiriya alavên cenga rijêmê dike, û tevlî pirosesên pêşkêşkirina pereia ji rijêmê re bûye, û bi ser de beşdarî di binpêkirinên mafên mirovan de jî kiriye.
Û li gorî tewanên ku pêkanîne ew dijî nameya UNESCO ye, di riya wêrankirina şûnwar û kiltûrê mirovahî re, û rûxandina bi hezarên dibistanan û kuştin û awarekirina bi melyonan zarokên Sûrî û mamosteyên wan, û bi ser de berdewamkirina dijatiya wan bi bermîl û mayîn û girtin û kuştina di bin îşkencê de.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza hemû rêşûnên yasayî dike, daku ev kêmasiya sincî di riya rawestandina vê pêngavê re çareser bibe, û rê li pêşiya rijêma kujer bigre, daku çi rola girêdayî bi kontrolkirina hilbijartin an nirxandina daxwazên dewletên cîhanî yên bi pêmayên mirovahî û çandî ve girêdayî nedine wê.
Ev mijar ne tenê girêdayî nedana kursiyê hekemtiyê ye, lê divê rewatî ji ser rijêmê di saziyên navedwletî de were rakirin, û kursiya Sûriyê di Netewên Yekbûyî de pûç bibe, heyanî dema ku radestî nûnerê gelê Sûrî yê rasteqîn bête kirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
22 kanûna pêşîn 2020