Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pêşwaziya biryara Wezareta Gencîneya Emrîkî ya derbarê xistina girûpekî nû ji dezgeh û kesayetên piştgiriya rijêma Esed di cenga wî ya dijî gelê Sûrî de dikin, bo nav lîsteya sizayên Emrîka yên nû kir.
Hevbendî li gurzê nû yê sizayên Emrîkî yên ku li gel derbasbûna salekê di ser derketina Yasaya Qeyser re hatiye, wek perçeyek giring ji fişarên piştgiriya mafên gelê Sûrî dibîne, û wek gurkirinekê ye dijî rijêmê bi armanca rawestandina tewanên wê dijî sivîlan, da ku bihêle ew pabendiyê bi pirosesa siyasî li gor biryarên Encûmena Ewlekariyê bike.
Tevî ku sizayên hatine sepandin gelê sûrî armanc nakin, û alîkariyên mirovahî û pizîşkî û xwirdemenî ne di nav de ne, lê dîsa jî rijêm di hîlebaziyên xwe de berdewam e ji bo reva ji sizayan û bikaranîna wan wek behaneyan ji rewşa bobelatî ya aborî û debara jiyanê ya xirab re.
Û li gel nêzîkbûna rêvebiriya nû ya Koşka Sipî ku bi erkê xwe rabe, Gelê Sûriyê hêvîdarê sitratîcîyeke navdewletî tam e, daku rawestandina tewanên rijêmê û hevalbendên wê misoger bike, û rola Îranî û Rûsiya ya wêrankar li Sûriya û deverê bi dawî bike, û kar li ser bidawîkirina derdeseriyên gelê Sûrî bibe, û veguhestina siyasî li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê ya navdewletî 2118 û 2254 misoger bibe, li gor biryara Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî hejmar 262/67 yaku têde avakirina desteya hikumdariya veguhêz tevî desthilatên hikûmet û serokatiyê diyar dike.
Gelê sûrî bendewarê sizayên navdewletî ên bêhtir e li ser tevaya hevalbendên rijêmê û hevpişkên wê di tewanan de, çi dewlet be an rêxistin an jî kesayet bin, û giringiya ku ew bighên asta fişarên ku bihêlin rijêm bi awayekî cidî û rasteqîn tevlî pirosesa siyasî bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza pêngavên piratîktir ên bihêlin ku sûriya ji cihê reş yê ku rijêmê ew xistiye nav biderxînin ji aliyên navdewletî yên çalak kir, û bi bîr anî ku vê rijêmê ti gav ji aliyê xwe de neavîtine, û bi dirêjiya 50 salî ti pabendî bi biryaran nekiriye, ji bilî pabendiyên ku di bin fişarên navdewletî yên tund û di bin gefa bikaranêna hêzê de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
23 kanûna pêşîn 2020