Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dît ku Pejrandina nûnertiya yek ji saziyên girêdayî rijêma Esed -bi awayekî ne fermi- bi serpereştiya Esma Esed di desteyek bi ser UNESCO ya Netewên Yekbûyî ve nayê pejrandin, û tiştekî cihê şermezariyê ye, û wek sivkatiyê ye bi mafên bi milyonan qurbanî ji xelkê Sûriyê ye, û dûrî sincên saziyên navdewletî ye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de duh êvarî got ku Esma Esed ya ku serpereştiya vê saziyê dike, û tevlî desteya nirxandinê ya navdewletî bûye, piştgiriya hevserê xwe yên kujer Beşar Esed di cenga wî ya dijî gelê Sûriyê de kiriye, û bi xwe perçeyek jê bû.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku Esma Esed di nav sizayên aborî de bû, ji ber ku piştgiriya alavên cenga rijêmê dike, û tevlî pirosesên pêşkêşkirina pereyan ji rijêmê re bûye, û bi ser de beşdarî di binpêkirinên mafên mirovan de jî kiriye.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku li gorî tewanên ku pêk anîne, ew dijî nameya UNESCO ye, di riya wêrankirina şûnwar û kiltûrê mirovahiyê, û ruxandina bi hezarên dibistanan û kuştin û awarekirina bi melyonan zarokên Sûrî û mamosteyên wan, û bi ser de berdewamkirina dijatiya wan bi bermîl û mayîn û girtin û kuştina di bin îşkencê de.
Û daxwiyaniyê diyar kir ku ev mijar ne tenê girêdayî nedana kursiyê hekemtiyê ye, lê divê rewatî ji ser rijêmê di saziyên navedwletî de were rakirin, û kursiya Sûriyê di Netewên Yekbûyî de pûç bibe, heyanî dema ku radestî nûnerê gelê Sûrî yê rasteqîn bête kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza hemû rêşûnên yasayî kir, daku ev kêmasiya sincî di riya rawestandina vê pêngavê re çareser bibe, û rê li pêşiya rijêma kujer bigre, daku çi rola girêdayî bi kontrolkirina hilbijartinan an nirxandina daxwazên dewletên cîhanê yên bi pêmayên mirovahî û çandî ve girêdayî nedine wê.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî