Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pêşwaziya biryara Wezareta Gencîneya Emrîkî ya derbarê xistina girûpekî nû ji dezgeh û kesayetên piştgiriya rijêma Esed di cenga wî ya dijî gelê Sûrî de dikin, bo nav lîsteya sizayên Emrîka yên nû kir.
Û di daxwiyaniyeke rojnemevanî de îro çarşemê Hevbendiya Niştimanî got ku ew li gurzê nû yê sizayên Emrîkî yên ku di heman dema derbasbûna salekê di ser derketina Yasaya Qeyser re hatiye, wek perçeyek giring ji fişarên piştgiriya mafên gelê Sûrî dibîne, û wek gurkirinekê ye dijî rijêmê bi armanca rawestandina tewanên wê dijî sivîlan, da ku bihêle ew pabendiyê bi pirosesa siyasî li gor biryarên Encûmena Ewlekariyê bike.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku sizayên hatine sepandin gelê Sûrî armanc nakin, û alîkariyên mirovahî û pizîşkî û xwirdemenî ne di nav de ne, lê dîsa jî rijêm di hîlebaziyên xwe de berdewam e ji bo reva ji sizayan û bikaranîna wan wek behaneyan ji rewşa bobelatî ya aborî û debara jiyanê ya xirab re.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku li gel nêzîkbûna rêvebiriya nû ya Koşka Sipî ku bi erkê xwe rabe, Gelê Sûriyê hêvîdarê sitratîcîyeke navdewletî tam e, daku rawestandina tewanên rijêmê û hevalbendên wê misoger bike, û rola Îranî û Rûsiya ya wêrankar li Sûriya û deverê bi dawî bike, û kar li ser bidawîkirina derdeseriyên gelê Sûrî bibe, û veguhestina siyasî li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê ya navdewletî 2118 û 2254 misoger bibe, li gor biryara Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî hejmar 262/67 yaku têde avakirina desteya hikumdariya veguhêz tevî desthilatên hikûmet û serokatiyê diyar dike.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku gelê Sûrî bendewarê sizayên navdewletî ên bêhtir e li ser tevaya hevalbendên rijêmê û hevpişkên wê di tewanan de, çi dewlet be an rêxistin an jî kesayet bin, û giringiya ku ew bighên asta fişarên ku bihêlin rijêm bi awayekî cidî û rasteqîn tevlî pirosesa siyasî bibe.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza pêngavên piratîktir ên bihêlin ku sûriya ji cihê reş yê ku rijêmê ew xistiye nav biderxînin ji aliyên navdewletî yên çalak kir, û bi bîr anî ku vê rijêmê ti gav ji aliyê xwe de neavîtine, û bi dirêjiya 50 salî ti pabendî bi biryaran nekiriye, ji bilî pabendiyên ku di bin fişarên navdewletî yên tund û di bin gefa bikaranêna hêzê de.
Tê zanîn ku Wezareta Gencîneya Emrîkî gurzek nû ji sizayan dermafê 8 kesayetî û 10 dezgehên piştgiriya rijêma Esed dikin derxistiye, ew jî ev in: Esma Esed û mirovên wê Fewaz Elexres, Seher Utrî Elexres û Fîras û Îyad Elexres, her Weha Lîna Mihemed Nezîr Kînaye û hevserê wê ê nûnerê di Encûmena Gel de Mihemed Hemam Mihemed Ednan Misotî û serdarê şaxê istixbarata leşkerî ya Sûrî, lîwa Kîfah Mulhim.
Sizayên Emrîkî Banka Navendî ya Sûrî û dezgehên dîtir wek: Souran Company, Lia Company, Letia Company, Polymedics LLC vedihewîne, her weha sizayin nû li ser girûpên girêdayî Amir Teysîr Xîtî yê ku berê jî ceza li ser hatibûn sepandin, ew jî: Dezgeha Amir ya Pêşesaziya Bêton û Kevir û Amir ya Pêşesaziya Naylon, Dezgeha Leys a Zêrîn ya Xizmetkariyên Veguhêz û Barkirnê, Amir bo Pêşxistina Berhemînana Xaniyoerdan û Dezgeha Cod Land, in.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî.