Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi hevrêzkariya li gel ofîsa nûnertiya hevbendiya niştimanî li Emerîka, civînek ji dûrve li gel rayedarên Saziyin Sûrî yên çalak di warê karûbarê siyasî de li Emrîka li dar xist, di çarçoveya xurtkirina hevrêzkarî û hevkarî û sûdwergirtinê ji xebatên siyasî yên Revenda Sûrî li Emerîka tê.
Û ji aliyê saziyan va rayedarên jin û mêr ji Encûmena Sûrî ya Emrîkî û Emerîkiyên ji Bona Sûriya Azad û Welatiyên ji bo Emrîka Azad û Girûpên Kayla Yên Piştevaniya Siyasî û Girûpê Sûrîya Azad ya Piştevaniya Siyasî, amade bûn.
Û di hevdîtinê de Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî, Ebdilehed Istêfo û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan, Mihemed Yehya Mektebî, û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Emerîka, Quteybe Idlibî û Nûnera Hevbendiya Niştimanî di Netewên Yekbûyî de Meryem Çelebî, amade bûn.
Û amadebûyan behsa pêşhatên rewşa siyasî li Sûriyê û nerîna serdariya Emrîkî ya nû derbarê doseya Sûrî kirin, Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser rewşa meydanî li deverên rizgarkirî û rewşa jiyanê ya dijwar a ku bêhtir ji 5 melyon sûrî di nav de beşekî mezin ji koçber û derbideran derdeseriya wê jiyana dijwar dikşînin axivî, û bal kişand ser derdeseriyên nişteciyên devera rojhilatê ferat yaku di bin kontirola milîsên PYD ya terrorîst de dijîn, û tekezî li ser pêwîstiya ku wêneyê durust li ser wan milîsan veguhêzin Serdariya Emrîkî ya nû kir, her weha tewanên ku hîn dermafê mirovan pêk tînin û girêdana wan bi rêxistina PKK ya terrorîst li Çiyayî Qendîlê eşkere bikin.
Û Elherîrî şiroveyek li ser pêşhatên pirosesa siyasî û encamên gera çaremîn ji xebatên Komîteya Destûrî ya Sûrî yaku têde rijêma Esed berdewam bû di rêbaza paşxistinê û windakirina demê de pêşkêş kir, û li ser gera dahatî yaku dê di kanûna paşîn ya dahatî de lidarkeve axivî, û tekezî li ser pêwîstiya vekirina tevaya sepetên di biryara 2254 de hatine û karê li ser wê li kêlek Komîteya Destûrî kir.
û Elherîrî tekezî li ser giringiya amadekariyan bo tevaya bidestxistên siyasî û yekrêziya xebatan di navbera hemû pêkhatên gelê Sûrî û saziyên wî yên şoreşî de, ji bo rûbirûbûna astengiyên dahatî û parastina hêviyên gelê Sûrî kir.
Ji aliyê xwe ve nûnerên di ber Saziyên Sûrî li Waşitunê li ser rola Hevbendiya Niştimanî di pirosesa siyasî de û rola Revenda Sûrî û Saziyên Sûrî li Emerîka di danasîna doza Sûrî de axivîn, û hevdîtinin li gel serdariya Emrîkî yên nû di dema dahatî de lidar xistin, daku nerîna Hevbendiya Niştimanî û saziyên şoreşgerî bo çareya siyasî li Sûrîyê diyar bikin, û girîngiya gihîştina çareyê li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 û alîkariya gelê Sûrî bo pêkanîna hêviyên wan ên azadî û rûmetê û veguhestina demoqrasî de bikin.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî