Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî, Mîr Feysel Bin Ferhan Bin Ebdellah Al Siûd, derbarê cîbicîkirina çareya siyasî li Sûriyê kir, daku Komkara Erebî helwestin çalak bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî bi pirsa Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 bistîne.
Û Elherîrî tekezî li ser rola Qiraltiya Siûdî di Komkara Erebî û Netewên Yekbûyî de kir, ji ber xebat û helwestên wê yên pirensîpî û neguhêr bo zûkirina dîtina çareya siyasî ya tam li Sûriyê ya bercewndî û daxwazên gelê Sûrî pêk bîne, daku seqamgîrî li tevaya deverê vegere, ji ber ku çareya siyasî ya tam bi tenê rawestandina derdeseriyên Sûriyan misoger dike.
Û Elherîrî pesna rola Qiraltiyê û xebatên wê di serpereştiya avakirina Hikûmeta Yemenî ya nû de di riya cîbicîkirina rêkeftina Riyadê re da, û tekezî li ser baweriya kûr bi rola diplomatîk ya pêşeng a Qiraltiya Erebistana Siûdî kir, yê ku ji bo çareserkirina nakokiyan û peydakirina aştiyê û aramiyê li deverê bi hemû şêweyên xwe yên gengaz kêliyekê dereng nemaye.
Û Elherîrî hêviyên Hevbendiya Niştimanî anîn ziman, ku Qiraltiya Siûdî roleke diplomatîkî ya girîng di piştgiriya xebatên Netewên Yekbûyî û Nûnerê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê daku bighêje çareya siyaasî li gor daxwiyaniya Cinêvê blîze, her weha li gorî biryarên pêve girêdayî nemaze biryara 2254 ya sala 2015an û biryara 2118 ya sala 2013yan.
Û Elherîrî sipasiyên xwe bo Hikûmeta Qiraltiya Erebistana Siûdî li ser guhdana wê bi doza Sûriyê û piştgiriya gelê Sûrî di warê siyasî û mirovahî û yasayî de pêşkêş kirin, nemaze di doseya tewanbarên cengê de, yên ku komkujiyên mezin dermafê gelê Sûrî pêk anîne, û cextî li ser pêwîstiya hîn bêhtir ji van piştgiriyan re kir, heyanî ku hêviyên gelê Sûrî di azadî û dadwerî û rûmet û demoqrasiyê de pêk werin.Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî