Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro pêncemîn salvegera komkujiya hovane ya rijêma Esed e, ya ku têde çekên kîmawî li bajarê Dûmayê li gundewarê Şamê di sala 2018an de bikar anîbûn, û 43 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû, û bi dehan kes bi gazên jehrîn ketibûn rewşa xeniqînê de.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku rizgarkirina rijêma Esed ji dadpirsînê şermeke navdewletî ye, û bêhêvîkirina miletekî bi temamî ye, nemaze ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî rijêma Esed di ber êrîşan de, piştî lêkolînên bêalî yên ku demeke dirêj berdewam kirine, berpisyar dît, Her wiha heman rêxistinê berpirsyariya rijêma hov di ber du êrîşên din ên kîmawî de li Seraqib û Elleteminê li gundewarê Idlib û Hemayê ragihand.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku bi awayekî cidî û bilez serederiyê bi dosyaya dadpirsînê re bike, ji ber derengmanê tenê kuştin, awarekirin û trajediyên mirovî bi ser Sûriyan de anîn, û helwest tenê bêyî destpêkirina rêşûnên cidî, hişt ku rijêma Esed hîn bêhtir komkujiyan bi çekên curbecur pêk bîne.
Hevbendiya Niştimanî balê dikşîne ser pêwîstiya karê li ser cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî dosya Sûriyê, nemaze biryarên 2254 û 2118, û danûstandina bi rijêma Esed re li gorî bendê 7ê, ji ber ku rijêmê çekên kîmawî 181 carî bikar anîn, piştî ku wê rêkeftina Qedexekirina Bikaranîn û Çêkirina Çekên Kîmyewî di Îlona 2013’an de pesend kir.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
07 nîsan 2023