Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Perçeyên vîdyoyî yên metrsîdar belav bûne, û têde şewtandina termê girtiyên ku di navbera herdû salên 2011û 2013 yan de ji aliyê asayîşên leşkerî û asayîşên asîman ve li devereke girêdayî parêzgeha Deraa pêk hatiye belge dike.
Dîmenên sotandina mirovan li Sûriyê, şewtandinên di nîvê sedsala bîstan de vedigerîne cîhanê, û weko ku vê rijêma tawanbar hîn di wê demê de maye tête xuya kirin, serdema kuştina xelkê û sotandin û qirkirina wan tenê ji ber ku nerîneke wan ya siyasî û olî vajayî desthilatê ye.
Perçeyên vîdyoyî yên belav bûne tenê nimûneyeke ji operasyoneke berfireh û rêbazkirî ji aliyê rijêma tawanbar û amûrên wê yên ewlekar dermafê bi dehhezarên girtî û binçavkiriyên kotekî pêk hatin, û hîn di paşila vê rijêma hovane de bêhtir tawanên hovane yên ku ji hovîtiya wê dê cîhanê tev şêt bike hene, û hîn wêneyên Qeyser yên di bin îşkenceê û ji ber birçîbûnê di girtîgehên Esed de hatine kuştin di bala her kesê ew wêne dîne de ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji civaka navdewletî daxwaza liveke lezgîn û çalak dijî vê rijêma tawanbar û her kesê pêre beşdar di tawanan de dike, û cextiyê li ser pêwîstiya piştgiriyê ji aliyê navdewletî ve bo sizakirina hemû tawanbarên cengê û di serî de tawanbar Beşar Esed dike.
Û careka dî Hevbendiya Niştimanî ji Netewên Yekbûyî daxwaza cîbicîkirina pirensîpa berpisyariyê di ber parastina nişteciyan ji qirkirina komelgehî û tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê pêk tên dike, û cîbicîkirina beşê heftemîn ji peymanê li gor biryara Komeleya Giştî 60/1a di 16 êlona 2005an de.
Ji dewletên çalak di Encûmena Ewlekariyê de tê xwestin ku fişarên yekser bo rizgarkirina girtiyan û serbestberdana wan ji girtîgehên mirinê li bal rijêma tawanbar bikin, û piştgirê veguhestina siyasî bin, li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê hejmar 2118 û 2254 û li gor biryara Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî hejmar 262/67 yaku têde avakirina Desteya Desthilatiya veguhêz bi temamê bikêrhatên wê yên cîbicîkar.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Karûbarên Penaberan
14 tebax 2021