Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, hevdîtinek li gel Balyozê Almaniya li Tirkiyê Jürgen Schulz û şandê pêre lidar xist, û pêre behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî li Sûriyê û di pêşî de tawanên ji aliyê rijêma Esed û piştgirên wê ve dermafê sivîlan li Deraa û bakurê Sûriyê pêk tên kir.
Û di hevdîtinê de hersê Cîgirên Serok Ebdilhekîm Beşar û Ebdilehed Istêfo û Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Heysem Rehmê û Endamên Desteya Siyasî Bedir Camos û Ebdilmejîd Berekat amade bûn.
Û Elmislit tekezî li ser veguhestina siyasî a yekta bo derxistina Sûriyê ji vê tengava tarî yaku rijêma tawanbar û sponserên wê welat xistiniyê kir, û tekez kir ku rola Dostên Gelê Sûrî û Almaniya giring e di vê çareseriyê de lê ta niha ne wek tê xwestin ne, û got ku Hevbendiya Niştimanî bi tevaya biryarên navdewletî pabend e, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118û 2254.
Û Elmislit bal kişand ser ku hevkêşa çareya siyasî li gor rêşûnên têne pêşkêşkirin belkî bi carekê çênebe, ji ber ku rijêm baweriyê tenê bi rêbaza leşkerî ya xwîndar dike, wê rêbazê jî ziyaneke mezin di warê giyan û bobelatan de gihande Sûriyê û hîn jî dighîniyê.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo spasiyên xwe bo Almaniya li ser piştgiriya doza Sûriyê û li ser vehewandina hejmarek mezin ji Sûriyan li ser xaka xwe pêşkêş kir, her weha rêşênên ku derbarê doseya lêpirsîn û sizakirinê yên ku pê radibe de, û jê daxwaza avakirina mîkanîzmeke navdewletî yaku Hevbendiyê pir caran xwestiye ji bo sizakirina hemû tawanbarên cengê û di pêşî de tawanbar Beşar Esed kir.
Û ji aliyê xwe ve Balyozê Almaniya careke dî tekezî li ser piştgiriya hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de ji hêla welatê xwe ve kir, û cextî li ser giringiya yekîtiya gelê Sûrî kir.
Û tekez kir ku parastina sivîlan di pêşiya her tiştî de ye, her weha tekezî li ser pêwîstiya rawestandina bombebaranê li ser deverên nişteciyan û çûyîna berve çareya siyasî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî