Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ruba Hebûş beşdariyê di ahenga xelatkirina xwendekarên keç yên serkeftî yaku Saziya Henai ya Mirovahî lidar xistiye beşdariyê kir, û di ahenga xelatkirinê de nêzîkî 600 jin amade bûn, di nav de 97 xwendekarên Sûrî serkeftî hatin xelat kirin, ew jî duh li ser vexwendina Seroka Saziyê Raniya Şêx Mistefa li Îyaleta Hatayî ya Tirkî birêve çû.
û Hebûş got ku keçkên ciwan ez bi we şanaz im, û ji mafê her sûriyekî ye ku bi we şanaz be, ji ber ku hûn balyozên rasteqîn in ji Sûriya şaristanî re.
û Hebûş got ku xwendekarên Sûrî li her welatê ku lê dijiyan zîrekiya xwe çesipandin, û di destpêka her havînekê de em li benda nûçeyên xweş bûn, nemaze ku yên serkeftinê ku ji hemû dewletên cîhanê û bi teybet yên derdorî Sûriyê bi ser me de dihatin.
û Hebûş ji xwendekarên keç re tekez kir ku wan pevçûneke rasteqîn bidawî kirin, li ser binyada avakirina xwe û berdewamiya riya fêrbûnê û bidestxistina şehrezayiyê û bidestxistina fêrnameyên herî bilind, ji ber ku Sûriyê hewcedarî her xort û keçekê ye, bo nûavakirina welêt di warên madî û manewî de.
û got ku rijêma tawanbar hewlên xwe kirin ku tiştên berz yên şaristaniya Sûriyê li ser asta binyad û mirovan winda bike, lê gelê Sûrî bi resenî û şaristaniya xwe ya bi dirêjiya dîrokê kûr hewldanên rijêmê têk birin, di riya pêdariy gewre li ser xaka xwe li hember hêzên herî hovane di hundir welêt de, û li derve jî di riya serkeftinên di warê zanîn û kar û afrandinê re.
û Cîgira Serokê Hevbendiyê tekez kir ku pêşeroja Sûriyê îro tevna wê di riya avakirina şiyan û şehrezayiya Sûriyan di curbecur dewletên cîhanê de û xwendekarên Sûriyê di riya berdewamiya sekeftinên xwe re baştirîn diyarî di riya zanistî û fêrnameyên herî bilind re pêşkêş dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî