Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, li gel mezintirîn şêwerdarê Serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin li Enqerê civiya, û behsa pêşketinên meydanî û siyasî û gurkirina berdewam li başûrê Sûriyê û bakurê wê yên ji aliyê rijêma tawanbar û sponserên wê ve pêk tên kirin.
Û Elmislit tekez kir ku gurkirina tawankarî li ser Deraa û Idlibê ji hêla rijêma tawanbar û sponserên wê ve berdewam e, û ev jî tevgereke navdewletî ya çalak jêre divê, daku tawanbar rawestînin û sivîlan biparêzin, û Elmislit got ku Tirkiye wek aliyekî di rêkeftina kêmkirina şer de rolekî xwe ya giring di vî warî de heye, û got ku danûstandin bi xelkê Deraa re berdewam e, lê ji ber serhişkiya rijêma tawanbar û rijdiya wê li ser koçberkirin û danîna mercin nepêkan hîn di astengiyê de ye.
Û li ser asta siyasî, Serokê Hevbendiyê tekez kir ku berepêkên rijêmê yên berdewam û astengkirinên wê li hember çi xebatên siyasî, dihêle ku pirosesa siyasî kêşeyeke bê çare be, û divê mîkanîzmin nû û kartêker jibo sepandina veguhestina siyasî li welêt werin dîtin, li gor biryara 2254 û şandina tawanbaran bo Dadgeha Tawanên Navdewletî û di pêşî de serokê rijêmê yê tawanbar.
Û Elmislit sersaxî bo kesên di bobelata şewat û lehiyan de li hejmarek ji deverên Tirkiyê canê xwe jidest dane pêşkêş kir, û tekezî li ser kûrbûna têkliyên di nav herdû gelan de û piştgiriya tam ya Sûriyan bo gelê Tirkiyê di rûbirûbûna van astengiyan de kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî spasiya dewleta Tirkiyê bi gel û Hikûmeta wê ve li ser pêşwazêkirina Sûriyan û rawestana li gel wan di vê astengiya dirêj de kir, û tekez kir ku gelê Sûrî bi minetdariyê derbarê vî welatê xweş û xelkê wî hest dibe, û bi carekê yê li kêlekê di zehmetiyê de rawestiyane jibînr nake, û Elmislit bal kişand ser pêwîstiya rûbirûbûna gotara nefretê yaku dixwaze fitneyê di nav herdû gelên bira de biçîne, û got ku hişyariya herdû gelan baştirîn şêwe ye bo rûbirûbûna wê.
Ji aliyê xwe ve, Şêwirdarê Serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin tekezî li ser piştgiriya Tirkiyê ji gelê Sûrî û doza wî ya rasteqîn re ta rizgarkirina welêt ji destê tawanbaran û vegera Sûriyan bi awayekî ji def xwe ve û bi rûmet kir, û tekez kir ku Tirkiyê dê bimêne piştgirê veguhestina siyasî li Sûriyê di riya biryarên navdewletî re û di serî de biryara 2254.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî