Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi dilfikariyek mezin pêşhtên li xaka derayê dibin dişopîne, û hişyariyê dide rêjîmê derbarê binpêkirina agirbestê an lihevhatinan, û bikaranîna xedrê dijî sivîlan, wek çawa serederî bi peyman û lihevhatinên din re kir.
Hevbendî berdewamiya rijêmê ji siyaseta koçberkirin û dûrxistina sivîlan şermezar dike, û tekez dike ku pêwîst e civaka navdewletî çi piroseseke koçberkirinê hebe protesto bike, û bi erkê misogerkirina parastina sivîlan bo di malên xwe de bimînin rabe, û hêzên rêjîmê dûrî bajar û gundan bimînin.
Ji ber ku rêjîma esed siyaseta tolhidanê dijî sivîlan her ku derfet pêre çêdibe bikar tînê, û ev tê wê wateyê ku îro metirsîyên rasteqîn li ser jiyana xelkên bajarê Elsenemên û gund û bajarên Deraa hene, û ew wê dosyayê li civaka navdewletî vedigerîne, wekî aliyekî yekane yê dikare zextê li rêjîmê bike, û nehêle ti pinpêkirin dermafê sivîlan bên kirin.
Silav li şervanîn Deraa û xelkên wê yên ku tevî zordestî û tewanên rêjîmê berxwe didin.
xwepêşandan û destpêşxerî û gavên we yên şoreşgerî di çavê gelê Sûriyê de bilind tên nirxandin, û di demeke nêzîk de emê Deraa û tevaya Sûriyê azad û serbixwe bi saya xwedê dûrî desthilata zordar û dagîrkeran bibînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
3 adar 2020