Navenda Sûrî ya azadiya ragihandinê di Hevbendiya Rojnamevanan de, di rapora xwe ya mehane ya ku roja Çarşemê 4 adara 2020 ragihand de, tekez kir ku 11 binpêkirin di heyva Sibatê de hatine tomarkirin, û bal kişand ku artêşa Rûsiya di serê lîsteyê de bû, di bikaranîna van binpêkirinan de.
Heman navendê ragihand ku Rûsiya di serê lîsteyê de bû, ku 6 binpêkirin derheqê rojnamevanan de encam dane, li dû wê rêjîma Esed bû, du binpêkirin pêk anîne, her weha her yek ji desteya Tehrîr Elşam û PYD binpêkirinek pêk anîye.
Navenda Sûrî ya azadiya ragihandinê, bal kişand ku rêjeya binpêkirinan di heyva Sibatê de bêtir bû li gor heyvên bûrî, bi sedema tundiya şer û pevçûnan ji hêla Rûsiya û Rêjîma Esed li herîma bakurê rojavayê Sûriyê.
Heman navendê diyar kir ku balkêştirîn binpêkirin di vê heyvê de, kuştina rojnamevanekî û birîndarbûna 7ên din bû, û bi vê yekê hejmara rojnamevanên ku hatine kuştin ji heyva Avdara 2011 de dighêje 456 rojnamevanî, ji bilî li rasthatina rojnamevankî ji eşkenceyê re û rêgirtina karê yekî.
Di heman raporê de hat ku bihêztrîn binpêkirin di derheqê rojnamevanan de, ji hêla Rûsiya û rêjîma Esed di vê heyvê de hatin tomarkirin, û piraniyên wan li parêzgeha Idlibê hatin belgekirin.
Di dawiyê de navendê doza rêzgirtina azadiya rojnamevaniyê kir, û dabînkirina aramiya wan di karê wan de, û doza rêzgirtinê ji yasaya navdewletî ya mafê mirovan ya girêdayî karê rojnemegiriyê kir, û bi taybet ya ku di xala 19 de hatiye.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî