Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, berdewamiya rêjîmê di siyaseta koçberkirin û dûrxistina sivîlan şermezar dike, û hişyariyê dide rêjîmê derbarê binpêkirina agirbestê an lihevhatinan, û bikaranîna xedrê dijî sivîlan, wek çawa serederî bi peyman û lihevhatinên din re kiriye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniekê de duh tekez kir ku pêwîst e civaka navdewletî çi piroseseke koçberkirinê hebe protesto bike, û bi erkê misogerkirina parastina sivîlan bo di malên xwe de bimînin rabe, û hêzên rêjîmê dûrî bajar û gundan bimînin.
Û Hevbendiyê bal kişand ser ku ji ber rêjîma Esed siyaseta tolhidanê dijî sivîlan her ku derfet pêre çêdibe bikar tîne, û ev tê wê wateyê ku metirsîyên rasteqîn li ser jiyana xelkên bajarê Elsenemên û gund û bajarên Deraa hene, û ew wê dosyayê li civaka navdewletî vedigerîne, wekî aliyekî yekane yê dikare zextê li rêjîmê bike, û nehêle ti pinpêkirin dermafê sivîlan bên kirin.
Û Hevbendiyê Silav ji şervanên Deraa û xelkên wê re yên ku tevî zordestî û tewanên rêjîmê berxwe didin pêşkêş kirin, û got ku xwepêşandan û destpêşxerî û gavên wan yên şoreşgerî di çavê gelê Sûriyê de bilind tên nirxandin, û silavên xwe dubare kirin û got ku di demeke nêzîk de bi saya xwedê emê Deraa û tevaya Sûriyê azad û serbixwe bibînin, dûrî desthilata zordar û dagîrkeran.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî