Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Derbarê Pêwîstiya Bersivdana Navdewletî ya Lezgîn ji Pêdviyên Koçber û Derbiderên Sûrî re

January 15, 2024
in Daxwiyanî
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî cextiyê li ser pêwîstiya bersivdana lezgîn ji aliyê civaka navdewletî ve ji bo dabînkirina pêdviyên mirovî yên bingehîn ên koçber û derbiderên Sûrî dike, çimkî derdeseriyên wan bi awayekî berçav di werza zivistanê de zêde bûne, ji ber lehî û bahozan û kêmkirina asta piştgiriya ku digihişt deverên rizgarkirî, ji encama berdewamiya pejrandina Netewên Yekbûyî ji siyasîkirina dosya mirovî re, di rêya girêdana derbaskirina alîkariyên mirovî bo deverên ne di bin kontirola rijêmê de bi pejrandina rijêmê, ku tê wateya razîbûna civaka navdewletî ji xistina jiyana bimelyonan Sûrî wek giraw û rehîne di destê rijêmê de, û berdewamiya kêmkirina asta bicîanîna dewletên bexşkar ji sozên xwe re yên ku di cûrbecûr civatan de dabûn, nemaze di kongirên Biroksilê de, ev hemî bû sedema jihevdûbûna qebareya pêdviyên mirovî û tiştên ku bo koçber û derbider û penaberan têne dan.

Girêdana derbaskirina alîkariyên mirovî bo hewcedaran bi pejrandina rijêma Esed, yek ji rêyên danûstandina navnetewî yên şaş li gel dosya alîkariyan e, ji ber ku rijêm wê wek kaxezekê bikar tîne, û pê şiyana xwe ya berdewamiya astengkirina piroseya siyasî li sûriyê xurt dike, çimkê ew dorpêçkirin û birçîkirinê wek çekekî li dijî sûriyan li curbecur parêzgehên Sûrî ji destpêka şoreşê di sala 2011an de bikar tîne.

Hevbendiya Niştimanî hişyariyê ji metirsiya paşguhkirinê di piştgiriya niştecihan de li deverên rizgarkirî dide, ji ber ku dê dijwariya jiyanê ya ku berê zehmet e li ser bisedhezaran kesên ku tenê çadirekê bi dest dixin ji bo xwe û zarokên xwe ji baran û berfê biparêzin zêde bike, û dê rêjeya malbatên di bin xêza birçîbûnê de bilindtir bike, li gel metirsiya nêzîk ya ku jiyana bimelyonan dixe bin gefê bi sedema kêmbûna xwarin û derman û guhdana pêwîst.

Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî dixwaze ku mîkanîzmeke dadane bibîne, da rê nede siyasîkirina dozên mirovî nemaze dosya alîkariyan, û berdewamiya derbasbûna wan a ewle û bê cudahî bo hewcedarên li tevaya Sûriyê, li gel hebûna sîstema çavdêriyê ya ku belavkirina dadmend ya alîkariyan garantî bike, û çavdêriya piroseyên belavkirinê li deverên di bin kontirola rijêma Esed de bike, da ku rê nedin diziya wan ji hêla milîsên ser bi rijêmê ve, yên ku desthilata wan berfireh e li deverên rijêmê.

Di heman dema ku Hevbendiya Niştimabnî cext dike ku divê dosya mirovî ne dosyeyeke danûstandinê be, ji ber ku têkildarî jiyana bi melyonên Sûriyan e, ew tekeziyê li ser pêwîstiya çareserkirina sedeman berî encaman dike, ji ber ku dosya Sûrî hewcedarî piştgiriya piroseya siyasî ye, û biryara Encumena Ewlekariyê 2254(2015) bi awayekî tam cîbicî bibe, ev yek dê ji ber xwe ve di çareserîkirina domdar ya kêşeya mirovî de alîkar be, ji ber dema ev qeyran bêçareserî bimîne , wê xerbtir bibe û bibe mezintirîn bobelat di dîroka Sûriya û cîhanê di sed salên bûrî de, ji ber ketina civaka navdewletî di bin bandora siyasetên rijêmê û piştgirên wê de.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofisa Ragihandin û Peywendiyan

15 kanûna paşîn 2024

Share3TweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Serokê Hevbendiya Niştimanî Rêz û Silavan Arasteyî Xelkê Siwêdayê Dike û Pakrewanên Wan Bibîr Tîne

Serokê Hevbendiya Niştimanî Rêz û Silavan Arasteyî Xelkê Siwêdayê Dike û Pakrewanên Wan Bibîr Tîne

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.