Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, rêz û silav arastey xelkê Siwêdayê kirin, ew bajarê ku ev çend heyv in di tevgera xwe ya aştiyane de berdewam e ji bo cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 û pêkanîna çareseriya siyasî û serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa Sûriyên bi kotekî hatine windakirin.
Û Elbehra di tiwîteke xwe de li ser malpera X, tekez kir ku Siwêda lêdana dilê azad ê Sûriyê ye, û ji xelkê wê re got: “Hûn di tevgera xwe ya aştiyane de derbirîna daxwaz û hêviyên gelê Sûriyê dikin, ew hêviyên ku ji bona wan serî hildane û qurbanî dane, da ku rûmet, dadmendî, azadî û demoqrasî pêk were, dilovaniya xwedê li pakrewanên we û pakrewanên Sûriyê be.”
Siwêdayê xwepêşandaneke meşê li dar xist, ji qada Tişrîn dest pê kir ta gihiştin qada Elkerame, bi boneya 11emîn salvegera şehîdbûna Mulazim-Ewel Xeldûn Zên Eldîn û Musa’id-Ewel Samir Elbinî.
Û xelkê bajarokê Elqireya li başûrê Siwêdayê, mangirtineke nerazîbûnê li pêşiya mezargehê Sultan Başa Eletreş wek piştgirî ji girtiyan û qurbaniyên îşkencekirinê yên di zîndanê rijêma Esed de re li dar xistin, û xwepêşanderan wêneyên girtiyên Sûrî hildan, di nav de wêneyên pakrewanên ku di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dane hebûn, herweha pankartên ku tekeziyê li ser daxwazên gel ên guhertina siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî