Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, cext dike ku ragihandina Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ji berpirsiyariya Rijêma Esed di ber êrîşa kîmawî li ser bajarê Dûmayê di sala 2018an de, civaka navdewletî datîne pêşiya berpirsiyariya nehiştina metirsiya vê rijêmê ji ser gelê Sûriyê, yê ku rastî cureyên kuştin û binpêkirinan li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wê tê.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza pêwîstiya sizakirina rijêma Esed û cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê 2118 (2013) dike, û sepandina tedbîran li ser rijêmê li gorî beşa 7ê ji benda 21ê ji biryarê, nemaze piştî hejmarek ji lêkolînên rêxistinên navdewletî yên bêalî yên ku Rijêma Esed di ber êrîşên bi çekên kîmawî li dijî gelê Sûriyê berpisyar dîtine.
Berdewamiya hebûna rijêma Esed ya tawankar tê wateya nebûna dadweriya navdewletî, û di heman demê de dana demeke zêdetir bo rijêmê, tê wateya berdewamiya tirajîdiya Sûriyê, ji ber ku gelê Sûriyê hîn jî qurbaniyan dide, ji bo bighêje çareseriya ku daxwazên gel di avakirina Sûriyeke azad û demoqratîk de bêyî rijêma Esed û amûrên wê yên serkutkirinê pêk bîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
27 çilê paşîn 2023