Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, herdû rojên çarşem û pêncşemê civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Desteya Danustandinê ya Sûrî Bedir Cemûs û Hevserokê Desteya Destûrî ya Sûrî Hadî Elbehra li dar xist.
Û amadebûyan li raportên ofîs, komîte û rêveberiyan guhdarî kir, û Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo şiroveyek li ser serdana ku Hevbendiya Niştimanî heftiya bûrî li Fransa pê rabûye, yaku têde bi şêwirdarê wezîra derve Bruno Da Silva û nûnera taybet a Fransa bo dosyaya Sûriyê, Brigitte Cormi, her weha balyozê Tirkiyê li Fransa Ali Onanar civiyaye, pêşkêş kir.
Û Istêfo diyar kir ku Şanda Hevbendiya Niştimanî bo Fransa di civînên xwe de tekezî li ser pêwîstiya dubarekirina kartêkerkirina karê Girûpa Dostên Gelê Sûriyê û pêşdebirina pirosesa siyasî li Sûriyê ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navdewletî yên xwestekên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de pêk tînin kir, her weha bikaranîna fişaran bo serbestberdana girtiyan û Piştgiriya karê Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên rizgarkirî.
Û Istêfo got ku Şandeyê Hevbendiya Niştimanî di civînên xwe de tekezî li ser pabendbûna Hevbendiya Niştimanî bi prensîpên gelê Sûriyê û şoreşa wî yên ji redkirina rijêma Esed dest pê dike kir, her weha pabendbûna bi proseya siyasî di çarçoveya biryarên navdewletî de û pêwîstiya vekirina hemû sepetên çareseriyê bi awayekî parel bi taybetî desteya hikumdariya veguhêz.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî û Hevserokê Komîteya Destûrê ya Sûrî jî şiroveyek li ser hevdîtinên ku li Cinêvê li gel nûnerê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen û nûnerên Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê li dar xistine, pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî