Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pesnê bêalîbûn û rastiya rapora ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî “OPCW” derxistiye dide, ya ku têde gotinên rijêma Esed yên dibêjin ku hêzên şoreşê keresteyên kîmawî li gundê Elmesasne li gundewarê Hemayê pêk anîne, red kirine.
Rijêma Esed û hevalbendên wê metirsiya rasteqîn in li ser aştî û ewlehiya navdewletî, ji ber ku raporên berê yên rêxistinê çesipandin ku rijêma tawankar berpirs e di ber êrîşên bi çekên kîmawî de li Elletemîne, Dûma, Seraqib û Xan Şêxûn yên ku bûne sedema gelek komkujî û mirin û xeniqandina bi hezaran mirovên bêguneh li wan deveran.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku hebûna tawana ku agahî û belgeyên wê tam in, nemaze di warê bikaranîna çekên kîmawî de, dihêle ku civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî têkeve bin barê vegerandina mafên qurbaniyan di rêya dadgehkirina tawankarê ku tawan dermafê Sûriyan pêk anîne, û Hevbendî daxwaza karekî cidî û kartêker li ser asta navdewletî dike, ji bo cîbicîkirina biryara 2118 û standina tedbîran li gor benda Heftemîn, ji ber ku rijêma Esed xwe nade ber çareseriyê û çekên kîmawî bisedên caran piştî derketina biryarê bikar anîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
5 tîrmeh 2023