Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser derdeseriyên xelkê bajarê Tefes li gundewarê Deraayê, ji tirsa ku careke din tûşî terora rijêma Esed dibin, çimkê hêzên Esed yên tawankar êrîşek birin ser bajêr, piştî dorpêçkirin û bombebarankirina wî bi tank, topavêj û mûşekan, û hewildana derbasbûna nav bajêr û derketina şer di nav wan hêzan û xelkê bajêr de, ya ku bûye sedema ketina hejmarek ji şehîdan ji xelkê bajêr û derbiderbûna bisedan kes.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku hewldanên dawîn yên rijêma Esed li Deraa, bi armanca destdanîna ser deverê û koçberkirina xelkê wê ye, û ku hêzên Esed dixwazin dest deynin ser berhemên xelkê yên zeviyên çandiniyê, ji ber ku devera armanckirî sepeta xwarinê ya Horanê ye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de tekez kir ku pêngavên rijêma Esed li Deraa berdewamiya rîbaza tawankarî ya rijêmê dermafê gelê Sûriyê ye, û gotinên rijêma Esed ku deverên di bin kontirola wê de deverên ewle ne, peyvine sexte ne, ji ber ku dezgehên ewlekariyê û hêzên wê yên hov hîn binpêkirinên curbecur dermafê niştecihên li wê derê pêk tînin, tevî rêkeftina ku li deverê hatiye pêkanîn.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku baweriya rijêma Esed bi ti destpêşxeriyeke çareseriyê ji bo Sûriyê nayê, û di astengkirina çi bizava siyasî bo çareserkirinê de berdewam e, û bijardeya leşkerî hildibijêre ji bo derbaskirina biryarên navdewletî bi hevkariya hevalbendên xwe, û hîn jî hewl dide ku milîsên girêdayî Îranê li ser sînorê Sûriyê bi Urdinê re bihêz bike, wek cîbicîkirin û temamkirina projeya tawankarî ya ku rijêma meleyan pê radibe.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza danûstandina vebir li gel rijêma Esed ji civaka navdewletî û birayên ereb kir, da derfetên zêdetir nedin rijêmê, ji ber ku Îran û Rusya rijêmê li gorî berjewendiyên xwe araste dikin, û her derfetdanek rijêmê metirsiyê li ser Sûriyan çêdike, sûriyên ku derdeseriya hovîtiya rijêmê ya bi piştgiriya hevalbendên wê dikşînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî