Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku ew li kêleka Qiralgeha Urdunê ya Haşmî ya bira radiweste, derbarê rêşûnên têne standin bo parastina aştî û ewlehî û aramiya welêt li gel rêzgirtina serweriya yasayê û rêşûnên fermî.
Hevbendiya Niştimanî çi hewldanên ku ziyanê bigihînin saziyên rewa li Urdunê red dike, û cextiyê li ser pêwîstiya parastina tiştê ku birayên me yên urdudî di warê hukmê hişmend û xurtkirina azadiyan û berdewamiya di warê avakirina dewleta destûrî û saziyan de dike.
Hevbendî careke din spasiya helwesta Urdunê li ser asta gelêrî û fermî ji mafên rewa yên gelê sûriyê dike, ku bimelyonan ji sûriyan comerdiya birayên Qiralgehê û piştgiriya wê ya bi durustî di dema ku di tengasiyê re derbas dibûn hest kirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
4 nîsan 2021