Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî balê dikşîne ser ku Rijêma Esed û Rusya di siyaseta xwe ya teroristî de dijî deverên rizgarkirî li Sûriyê berdewam in, ku balafirên cengê yên Rusya îro êrîşên xwe pir kirin û deverên sivîl û yên leşkerî li gundewarê Helebê bombebaran kirin, û ev yek bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna sivîlan, û topxaneyên rijêma Esed bi tundî deverên sivîlan li gundewarê Idlibê bombebaran kirin.
Berdewamiya paşguhkirina bobelata Sûriyê ji aliyê civaka navdewletî ve rewşê xerabtir dike, û metirsiyê li nav bimilyonan Sûrî bêhtir dike, ji ber berdewamiya bombebaran û dijminkariya ji hêla rijêma Esed û hevalbendên wê ve.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide ku danûstandina sîstema tawankariyê (Rijêma Esed, Rusya, Îran) bi sivîlan re, piştî bihezaran tawanên ku wan li Sûriyê bi dirêjiya yanzdeh salan pêk anîne, êdî bûye tiştekî naskirî.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza dîtina mîkanîzmeke kartêker ji bo parastina jiyana sivîlan li Sûriyê ji civaka navdewletî dike, di riya girtina rê li pêşiya Rusya û hêzên wê re, û pêşdebirina proseya veguhestina siyasî, ji bo garantiya bidawîanîna derdeseriyên mirovî û rizgarkirina Sûriyê ji rijêma Esed.
Dilovaniya xweda ji pakrewanan re,
Saxbûn ji birîndaran re,
Sersaxî ji xizim û xwediyên pakrewanan re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
16 Cotmeh 2022