Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku berdewamiya paşguhkirina bobelata Sûriyê ji aliyê civaka navdewletî ve rewşê xerabtir dike, û metirsiyê li nav bimilyonan Sûrî bêhtir dike, ji ber berdewamiya bombebaran û dijminkariya ji hêla rijêma Esed û hevalbendên wê ve.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de, bal kişand ser ku rijêma Esed û Rusya di siyaseta xwe ya teroristî de dijî deverên rizgarkirî li Sûriyê berdewam in, ku balafirên cengê yên Rusya duh êrîşên xwe pir kirin û deverên sivîl û yên leşkerî li gundewarê Helebê bombebaran kirin, û ev yek bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna sivîlan, û topxaneyên rijêma Esed bi tundî deverên sivîlan li gundewarê Idlibê bombebaran kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî hişyarî ji danûstandina sîstema tawankariyê (Rijêma Esed, Rusya, Îran) bi sivîlan re da, piştî bihezaran tawanên ku wan li Sûriyê bi dirêjiya yanzdeh salan pêk anîne, û êdî ev kiryar bûne tiştekî naskirî.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de daxwaza dîtina mîkanîzmeke kartêker ji bo parastina jiyana sivîlan li Sûriyê ji civaka navdewletî kir, di riya girtina rê li pêşiya Rusya û hêzên wê re, û pêşdebirina proseya veguhestina siyasî, ji bo garantiya bidawîanîna derdeseriyên mirovî û rizgarkirina Sûriyê ji rijêma Esed.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî