Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi boneya Roja Navdewletî ya Parastina Xwendinê ji Êrîşan, tekez dike ku rijêma Esed û hevalbendên wê di ber bi sedan êrîşên li ser dibistanan de li Sûriyê bi rêya bombebarankirina asmanî û topan berpirsyar in, ji ber ku raporên mafên mirovan diyar dikin ku êrîşên wan ziyana beşekî yan bi temamî gihandiye bêhtir 40% ji hejmara giştî ya dibistanan li Sûriyê, ew jî bû sedema kuştina bi dehîn hezaran zarok û karmendên hînkirinê û hişt ku sêyek ji zarokên Sûrî li derveyî dibistanan bimînin.
Wêrankirina vê hejmara mezin ya dibistanan ji ber bikaranîna rijêma Esed û hevalbendên wê ji siyaseta xaka şewitandî re li gelek deverên Sûriyê heye, ji ber ku wan cudahî nekirin navbera dibistan, nexweşxane, mizgeft, an çi penagehê li deverên ku sivîl lê dijîn, û bi ser wê de dibistan bi mebest di gelek êrîşan de armanc kirin, nemaze li taxên rojhilatê Helebê û Gotaya Rojhilat û Humsê û gundewarê wê di salên cuda de.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide ku zincîra êrîşên li ser dibistanan ji aliyê rijêma tawankar û hevalbendên wê ve heta niha nehatiye rawestandin, ji ber ku sîstema tawankar li ser veguhestina sûriyê weke cihê nezanî û tariyê dixebite, di riya armanckirina binesaziyê û saziyên perwerdeyê yên li deverln rizgarkirî re.
Hevbendiya Niştimanî balê dikşîne ser hewldanên gelek rêxistinên mirovî di warê hînkirinê de, û bangê dide dewletên bexşkar da di vî warî de bêhtir piştgiriyê bidin bi armanca başkirina ketwarê perwerdeyê ji bo ku vegera bi sedên hezaran zarok bo dibistanên wan misoger bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
9 îlon 2022