Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit got ku tawankariya rijêma Esed û hevalbendên wê sedema sereke ye ku Sûriyê bibe xirabtirîn dewleta cîhanê ye -li gorî raporteke mafên mirovan- di warê serjmariya qurbaniyên çekên goşeyî de, ji ber ku çariyek ji qurbaniyên van teqemeniyan Sûrî ne.
Û Elmislit got ku tevî dosya berfireh a rijêma Esed di bikaranîna bombeyên goşeyî de ji zêdetir ji deh salan de, lê ev rijêma tawankar û hevalbendên wê bikaranîna van çekên qedexekirî li ser asta navdewletî nû kirin, û wan bi mûşekeke zemîn-zemîn yaku bi bombeyên goşeyî barkirî bû devera Elgefer li deşta Roc li rojavayê Idlibê armanc kirin, ev jî metirsiyê li ser jiyana bidehên hezaran çêdike ji encama teqînên ku heye di demeke nediyar de pêk werin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ev destdirêjiyên bêsînor dijî miletê Sûriyê li deverên rizgarkirî ji aliyê sîstema tawankar (rijêma Esed, Rûsya, Îran û milîsên mezhebî) ve, Sedema wê sistbûna civaka navdewletî di warê sizakirina tawankaran de û ronahiya kesk ya ku ji kujeran re vêdixin da ku komelkujiyan pêk bînin e.
Û Elmislit ji civaka navdewletî daxwaza hilgirtina barê berpisyariyê derbarê gelê Sûriyê û rawestandina van komkujiyên rojane kir, û bi awayekî cidî û kartêker û lezgîn hewl bide ku veguheztina siyasî li Sûriyê li gorî biryara 2254 pêk were, û rijêma Esed li ser tawanên wê yên curbecur dermafê sûriyan siza bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî