Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hevrêzkarê Ofîsa Penaberan Selîm Idrîs, zimanê gefxwarinê yê ku Pitrikê Maronî li Libnanê pê axiviye şermezar kir, û got ku ji wî dihate xwestin ku bêhtir li gel koçberên ku bi darê zorê ji warên xwe derketine dilovan bûya, Ji ber ku ew mirovekî dîndar e, û rola wî ya sereke di civakê de belavkirina nirxên lêborînê ye, û divê piştgirê kesên lawaz û xembar be, ne sorkirinê dijî wan bike, û Îdrîs got ku ji Pitrik dihat xwestin ku daxwaza derketina ji bajar û gundên sûriyan yên li paş sînor ji milîsên Hizbullah ên terorîst bikira, ew deverên ku bi sedema Hizbullah jê hatine koçberkirin.
Û Îdrîs got ku peyama gefxwarinê ya ku Pitrikê Maronî li Libnanê Beşara Elraî ji penaberên Sûrî yên li Libnanê re şandiye, bêhtir nêzîkî zimanê desthilatdarên ku rûmeta mirov û maf û çarenûsa mirovan ne xema wan e, ne zimanê oldarekî giran û pilebilind e, yê ku divabû rola wî ya sereke di belavkirina hezkirin û dilovaniyê di navbera xelkê de heba, û li aştiya civakî miqate ba.
Û Îdrîs got ku Sûrî ji malên xwe derbider bûn ne ji bo ku fişarê li civaka Libnanê bikin, an milmilaneyê di xanî an pariyê nanê wan de bikin, lêbelê ew neçar bûn ku ji warê xwe derkevin, û eger şert û mercên ewle dûrî desthilatê û Şebîhên rijêmê û amûrên serkutkirinê hebana, ew bo vegera malên xwe dudilî nedibûn.
Û Idrîs bal kişand ser wê yekê ku deverên di bin kontirola rijêma Esed de li gorî dîdevaniya hemû saziyên Netewên Yekbûyî û dezgehên navdewletî, hîn deverine ne ewle ne, û karê ji bo vegerandina penaberên Sûrî ji Libnanê bi darê zorê bo wan deveran dibe, tê wateya dafdana wan berve zindan û girtîgehan, û Îdrîs tekez kir ku ew deverên ku Pitrik dixwaze ku penaberan vegerînê, nepêkan e ku bi hebûna rijêma Esed û milîsên wê ewle bin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaneke xwe de cext kir ku berdewamiya Hikûmeta Libnanê di plana derxistina penaberên Sûrî bi darê zorê ji Libnanê bo deverên di bin kontirola rijêma Esed de li Sûriyê, wek rêxweşkirinê ji tawaneke mezin re ye, ya ku dê were serê derbideran ji ber siyaseta rijêma Esed ya naskirî di girtin, kuştin û îşkencekirina her kesê ku dijberiya wê kiriye an ji deverên di bin kontirola wê de derketine.
Û Hevbendî daxwaza tevgereke bi lez ji Netewên Yekgirtî û Komsyona Bilind ya Penaberan û Komkara Erebî kir, bo nehiştina tawana ku nêzîke bi serê hejmareke mezin ji Sûriyan were, eger Hikûmeta Libnanî dest bi cîbicîkirina plana xwe bike, û Hevbendîyê ji Hikûmeta Libnanê xwest ku rêzê li yasayên navdewletî yên derbarê parastina penaberên Sûrî û dana mafên wan bigire, û wê berpirs bibîne di ber çi ziyana ku bigihêje wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sû