Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, pîrozbahiyê arasteyî tevaya xelkê Sûriyê bi boneya bîranîna heftê û şeşan ya Cejna Derketina Degîrker ji welêt dike.
Wê demê Sûriyê bi têkoşîna xelkê wê û pêdarî û gernasî û rijdiya li ser jiyana rûmetdar bi ser ket û serxwabûna xwe pêk anî, û bûyereke dîrokî û guhertineke girîng di dîroka xwe ya nû de çêkir.
Danûstandina rijêma Esed li gel sûriyan ji dema bi darê zorê hatiye ser desthilatê di sala 1970ê de, tenê wek şêweyê dagîrker û kiryarên dagîrkiriyê tê dîtin, ji ber ku samanên welêt bo berjewendiya malbata Esed û yên pêve girêdayî dizîn, û amûrên wê yên ewlekariyê ji berê de û ta niha li ser sîngê sûriyan mîna kabûsekî ye, û bû sedem ku bi sedan kesên şareza koçber bibin, û yên rewşenbîr û siyasetmedar ji navendên çêkirina biryarê bidûr bikevin.
Ji yazde salan de gelê Sûriyê dijî vê rijêma tawankar û kiryarên wê yên terorîstî dermafê sûriyan derketiye, û li hember zordariya wê serî hilda û daxwaza azadiyê kir, lê rijêmê bi tawanên bêhempa û girtin, îşkence, koçberkirina kotekî dermafê bi melyonan ji xelkê Sûriyê derket.
Îro Sûrî piştî yazde salan ji şoreşê rêya rizgariyeke nû xweş dikin, di riya derxistina rijêma Esed û Rûsiya û Îran û milîsên wê yên terrorist yên ku Esed bo kuştina gelê Sûriyê anîne re, di dema ku sûriyan daxwaza azadî û rûmetê dikirin de, rijêma tawanbar dagîrker û nandoz û milîsên mezhebî tanîn welêt bo tawan û kuştinê bikin.
Roja derketina dagîrker me han dide ku em riya şoreşê bi xurtî bidomînin, û hêviyeke nû ya rizgarî û azadiyê dide me, yaku ji bo wê gelê Sûriyê derdora melyonek pakrewan daye, û me li ser xebateke bihêztir û yekîtiya rêzan û karê dest bi dest han dide, daku bighînin azadiya gewre yaku bendewariya wê dirêj kir.
Hemû tawanên ku rijêma Esed pêkanîne, li pêşiya çav û bihîstina cîhanê bûn, û ew komelkujiya berdewam ta niha jî ranewestandiye û ne jî bizaveke cidî bo wê dike.
Di vê boneyê de, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî careka dî ji civaka navdewletî daxwaza hilgirtina berpisyariyên xwe derbarê gelê Sûriyê dike, û karê cidî ji bo kartêkerkirina pirosesa siyasî li gor biryara Encumena Ewlekariyê 2254 bike, di riya vekirina tevaya bendên biryarê re, di pêvajoyên danûstandinê yên li ser tevaya sepetan li gor xiştekareke demnîşankirî, daku di pêkanîna veguhastina siyasî de alîkar be, û kevirê bingehê yê yekemîn di riya sûriya nû de deynin.
Gelê Sûriyê, tevî hemû astengiyan, di şoreşa xwe de berdewam e, heyanî ku tevaya armancên xwe pêk bîne, û bighînin Sûriya nû, dewleta sivîl û demoqrat yaku têde hemû gelê Sûriyê bi azadî û rûmet û dadwerî bijîn.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
17 nîsan 2022