Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, pîrozbahiyek arasteyî tevaya xelkê Sûriyê bi boneya bîranîna heftê û şeşemîn Cejna Derketina Degîrker ji welêt kir, û tekez kir ku Sûriya bi têkoşîna xelkê wê û pêdarî û gernasî û rijdiya li ser jiyana rûmetdar bi ser ket û serxwabûna xwe bi dest xist, û bûyereke dîrokî û guhertineke girîng di dîroka xwe ya nû de çêkir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyekê de bi vê boneyê, got ku ji dema rijêma Esed bi darê zorê hatiye ser desthilatê di sala 1970ê de danûstandina wê li gel sûriyan, tenê wek şêweyê dagîrker û kiryarên dagîrkiriyê tê dîtin, ji ber ku samanên welêt ji bo berjewendiya malbata Esed û yên pêve girêdayî dizîn, û amûrên wê yên ewlekariyê ji berê de û ta niha li ser sînga sûriyan mîna kabûsekî ye, û bû sedem ku bi sedan kesên şareza koçber bibin, û yên rewşenbîr û siyasetmedar ji navendên çêkirina biryarê bidûr bikevin.
Û daxwiyaniyê got ku ji yazde salan de gelê Sûriyê dijî vê rijêma tawankar û kiryarên wê yên terorîstî dermafê sûriyan derketiye, û li hember zordariya wê serî hilda û daxwaza azadiyê kir, lê rijêmê bi tawanên bêhempa û girtin, îşkence, koçberkirina kotekî dijî bi melyonan ji xelkê Sûriyê derket.
Û Hevbendiya Niştimanî bibîr anî ku Îro Sûrî piştî yazde salan ji şoreşê rêya rizgariyeke nû xweş dikin, di riya derxistina rijêma Esed û Rûsiya û Îran û milîsên wê yên terrorist yên ku Esed bo kuştina gelê Sûriyê anîne re, di dema ku sûriyan daxwaza azadî û rûmetê dikirin de, rijêma tawanbar dagîrker û nandoz û milîsên mezhebî tanîn welêt bo tawan û kuştinê bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku roja derketina dagîrker me han dide ku em riya şoreşê bi xurtî bidomînin, û hêviyeke nû ya rizgarî û azadiyê dide me, yaku ji bo wê gelê Sûriyê derdora melyonek pakrewan daye, û me li ser xebateke bihêztir û yekîtiya rêzan û karê dest bi dest han dide, daku bighînin azadiya gewre yaku bendewariya wê dirêj kir.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku hemû tawanên ku rijêma Esed pêkanîne, li pêşiya çav û bihîstina cîhanê bûn, û ew komelkujiya berdewam ta niha jî ranewestandiye û ne jî bizaveke cidî bo wê dike.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di vê boneyê de, careka dî ji civaka navdewletî daxwaza hilgirtina berpisyariyên xwe derbarê gelê Sûriyê kir, û ku karê cidî ji bo kartêkerkirina pirosesa siyasî li gor biryara Encumena Ewlekariyê 2254 bike, di riya vekirina tevaya bendên biryarê re, di pêvajoyên danûstandinê yên li ser tevaya sepetan li gor xiştekareke demnîşankirî, daku di pêkanîna veguhastina siyasî de alîkar be, û kevirê bingehê yê yekemîn di riya sûriya nû de deynin.
Û cext kir ku gelê Sûriyê, tevî hemû astengiyan, di şoreşa xwe de berdewam e, heyanî ku tevaya armancên xwe pêk bîne, û bighînin Sûriya nû, dewleta sivîl û demoqrat yaku têde hemû gelê Sûriyê bi azadî û rûmet û dadwerî bijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî