• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Tuesday, 21 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Çalakiya Mala Sûrî ya ji bo Bîranîna “Komelkujiya Sa’etê” de Dike

April 18, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Serokê Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Çalakiya Mala Sûrî ya ji bo Bîranîna “Komelkujiya Sa’etê” de Dike

Serokê Hevbebndiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, duh yekşemê, di çalakiya salvegera “Komelkujiya Sa’etê” de yaku Mala Sûrî li Stanbolê li dar xistiye, derbarê tawanên ku rijêma Esed dermafê gelê Sûriyê ji destpêka tevgera aştiyane de pêk anîne beşdarî kir.

Bûyerên “Komelkujiya Sa’etê” piştî yekemîn mangirtinê ji destpêka şoreşa Sûriyê de li meydana Elsaa Elcedîde li orta bajarê Humsê di 17 nîsana sala 2011 de pêk hatibû, û çalakvanan dîtin ku ew destpêka komelkujiyên pîlankirî yên ku rijêma Esed dermafê şoreşgeran pêk anîne bû.

Û çalakî bi xwendina fathayê û rawestana kêliyek bêdeng li ser giyanê pakrewanên “Komelkujiya Sa’etê” û pakrewanên şoreşa Sûriyê dest pê kir, û di pey re infovîdyoyeke belgeyî li ser bûyerên “Komelkujiya Sa’etê” hate pêşkêşkirin.

Û di çalakiyê de gotara dîdevanekî ji yên ji komelkujiyê rizgar bibûn û stran û sirûdên şoreşê yên Ebdilbast Sarot hatin pêşkêşkirin.

Û Elmislit di çalakiyê de li ser qonaxên ku Hevbendiya Niştimanî têre derbas bûye, ji destpêka damezrandinê de û wergirtina rewaya navdewletî wek nûnerê gelê Sûriyê, ta tevlêbûna pirosesa siyasî û retkirina rijêmê û bijartina rêbaza leşkerî ya xwîndar, ta bighêje pirosesa çaksaziyê yaku Desteya Giştî biryar pê daye axivî.

Û tekez kir ku armanc ji pirosesa çaksaziyê ew e ku nûnertiya rasteqîn ya pêkhatên çalak li ser zemînê û ya revendên Sûrî li dewletên penaberiyê bike, û got ku ev biryar pêngavên destpêkê ne bo yekirina rikberiyê û çaksazkirina saziyên wê û vegera li ser riya durust ji bo xizmeta gelê Sûriyê û bidestxistina azadî û rûmet û demoqrasiyê.

Û Elmislit diyar kir ku pirosesa çaksaziyê tu kesayet bi awayekî taybet armanc nekirye, lê tenê kesên ne çalak û yên ku lêvegera wan nemaye hatin bidûrxistin, û daxwaznameyên encumenên xwecihî yên ku ji salan de şandibûn ji bo guhertina nûnerên wan hatin pejrandin.

Û Elmislit eşkere kir ku pirosesa çaksaziyê ji çend xolên Serokatiyê yên bûrî de dest pê kiribû, lê rewşê derfet da ku biryara vê pirosesê di vê xolê de derkeve, û bal kişand ser ku pêngava dahatî ya herî girîng e, ji ber ku ew ê destînşan bike, ka kîjan alî û pêkhat dê derbasî Hevbendiyê bibin.

Û Elmislit encamên hevdîtinên ku li deverên rizgarkirî berî du rojan li gel sazî û çalakvan û sendîka û yekîtiyan li gundewarê Helebê pê rabûye berçav kirin, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pir giringiyê dide ku nûnertiyeke rasteqîn di dema dahatî di hundirê saziya wê de hebe.

Û got ku Hevbendiya Niştimanî şêwirdariyên berfirehkirinê bo mijara tevlêbûna komikên şoreşgerî û sendîka û yekîtî û Revendên Sûrî li dewletên penaberiyê û nûnerên çalak ên ciwanan û yên jinê temam dike, û bal kişand ser ku pêkhatên nû dê alîkar bin ji Hevbendiya Niştimanî re.

Û Elmislit got ku Hevbendiya Niştimanî dest bi pirosesa çaksaziyê kir, lê ev piroses berdewam e û hîn bidawî nebûye, û got ku divê em valahiya di nav Hevbendiyê û tevaya çalakiyên şoreşgerî û beşên gelêrî de dagirin.

Û Elmislit diyar kir ku guhertin bi rêjeya 80 ji sedî ji destpêka damezrandina Hevbendiyê di Desteya Giştî de çêbûye, û tekez kir ku tu endam di ser guhertinê re tune ye, navê wî an pileya wî çi be bila bibe.

Û Elmislit li ser pirosesa siyasî û pabendiya Hevbendiya Niştimanî pê û bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên pêve girêdayî û di pêşî de herdû biryarên 2118 û 2254 bo pêkanîna veguhastina siyasî û bicîanîna daxwazên gelê Sûriyê axivî.

Û Elmislit got ku nerîna şanderê navdewletî Geir Pedersen di pirojeya “Gav bi Gavê” de ne zelal e, û dûrî gewher û naveroka biryara 2254 e, û bal kişand ser ku Hevbendî bizavê bo vekirina rêyên nû di pirosesa siyasî de û danîna xiştekareke demî bo rêya Komîteya Destûrî yaku ta vê kêliyê tiştek jê bicî nehatiye dike.

Û Elmislit li ser komîteya ku Hevbebendiya Niştimanî ava kiriye, ya ku dê lêpirsînê li ser tiştê ku Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Mihî Eldîn Hermoş di civata Desteya Giştî ya dawîn de axiviye çêbike, û tekez kir ku Hevbendî li ser avakirina desteyekê ji derveyî Hevbendiyê kar dike, bo vekolînê di wê mijarê de bike, û encamên wê li pêşiya tevaya sûriyan raxîne.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Komelkujiya Sa’etêMala SûrîSalim Elmislit
ShareTweetSend

Posts Related

Serokê Hevbendiya Niştimanî bi Rûsipî û Kesayetên Bajarê Qebasîn re li Gundewarê Bakurê Helebê Dicive
Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî bi Rûsipî û Kesayetên Bajarê Qebasîn re li Gundewarê Bakurê Helebê Dicive

September 2, 2022
Serokê Hevbendiya Niştimanî Serdana Dergehê Sînorî yê Elraî li Gundewarê Helebê Dike û Pêşveçûnên Kar di Dergeh de Temaşe Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî Serdana Dergehê Sînorî yê Elraî li Gundewarê Helebê Dike û Pêşveçûnên Kar di Dergeh de Temaşe Dike

September 2, 2022
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Civîna Xwe ya Xola 66an li Dar Xist û Têde Pesnê Xweragirî û Qurbanîdana Gelê Sûriyê Da

Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtî û Windayan Çalakiyekê bo Bîranîna Girtî û Binçavkiriyên di Zîndanên Esed de di Salvegera Destpêkirina Şoreşa Sûrî de li Dar Dixe

Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Rapora Xwe Derbarê Bersiva Karmendên Hikûmetê li Hember Erdheja Wêranker li Pêşiya Desteya Giştî Pêşkêş Dike

Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Penaberan Rapora Karê Xwe li Pşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di Xola 66emîn de Pêşkêş Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.